QAMIŞLO - Li ber avahiya NY dijî komkujiya Cindirêsê xwepêşandan hate kirin

27-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
QAMIŞLO - Li ber avahiya NY dijî komkujiya Cindirêsê xwepêşandan hate kirin
QAMIŞLO - Li ber avahiya NY dijî komkujiya Cindirêsê xwepêşandan hate kirin
Nîşan Qamişlo Komkujiya Cinidirêsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helwest û karvedanên şermezarkirinê li hember komkujiya Cindirêsê, li navxwe û derveyî Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Li ber deriyê baregeha Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, kombûneke rêxistin û partiyên siyasî hate kirin.

Di wê kombûnê de bankart û diruşên protestokirina wê komkujiyê hatin bilindkirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye Ciwan Ebdulkerîm Siko got “Ji xwe îro em wek Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye û wek partiyên siyasî ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber derê ofîsa Netewên Yekbûyî ya Qamişloyî amade ne ji bo ku em nerazîbûna xwe bidine xuyakirin li ser wan kiryarên ku di 20ê Adarê de li Cindirêsê çêbûn ku di encama wê de jî 4 Kurdên me şehîd ketine. Heta îro jî yên ku ev cenosîda hovane kirine berdayî ne û ne girtî ne.”

Hin beşdarbûyên di kombûnê de dibînin ku bêhtir ji aliyekê di ber komkujiya Cindirêsê de tometbar û tawanbar in.

Endamê Koîteya Navendî ya PDK - Rojavayê Kurdistanê Refîq Ibrahîm dibêje “Ji xwe meseley Cindirêsê meseleyeke pir giring û mezin bû. Ez vê tawanbariya hanê dixim stûyê Îtilafa Watanî û hikûmeta Tirkiyê.”

Daxwaza beşdarbûyên wê kombûnê, herwiha derxistina grûpên çekdar e ji Efrînê û radestkirina rêveberiya wê herêmê bo xelkên wê yên resen ên Kurd ku bi hebûn a wan grûpan, ew rastî zordestiyê tên.

Sekreterê Partiya Roj Kovan Kinho diyar kir “Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hatin ber ofîsa Netewên Yekbûyî. Herwiha bi 3 zimanan daxuyanî hatin xwendin ji bo ku dengê me, dengê Cindirêsê û gelê me bigihîje hemû cîhanê.”

Ji 20ê Adarê ve, heta niha, bêhtir ji heftiyekê di ser komkujiya Cindirêsê re derbas bûye, lê hêj karvedanên şermezarkirina wê komkujiyê berdewam in, di demekê de ku Civaka Navdewletî ti gaveke praktîkî ji bo parastina xelkên Efrînê neavêtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst