Berdevkê YNKyê: Di dan û standinên hikûmetê de pêşketineke baş çêbûye

27-02-2025
 Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre / Wêne: Rûdaw
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre / Wêne: Rûdaw
Nîşan Sedî Ehmed Pîre YNK Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê got, “Di dan û standinên hikûmetê de pêşketineke baş çêbûye.”

Şandeyên YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina avakirina hikûmetê li Hewlêrê bi hev re civiyan.

Berdevkê YNKyê Sedî Ehmed Pîre derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got:

“Armanca civînê ew bû ku mijarên teorîk û pirsên têkildarî pênaseyên hevbeş ên YNK û PDKyê yên wekî wezîfeyan zelal bikin."

Sedî Ehmed Pîre destnîşan kir ku cudahiyên dîtinan ên di navbera PDK û YNKyê de dibin sedemên nebûna baweriyê û got, “Civîn ji bo kêmkirin an jî rakirina van cudahiyan tên kirin.”

22yê vê mehê jî PDK û YNK li Silêmaniyê bi hev re civiyan.

Her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de da zanîn ku "Di rêya berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê de, ji bo têgihîştin û bernameyeke hevbeş a pejirandî, civîn didomin."

Pîre tekezî li ser giringiya gihiştina têgihîştineke temam a bi PDKê re kir û got:

“Ji bo ku ev bibe bingehek, her çi qasî peymaneke me ya stratejîk hebe jî van hemûyan pirsgirêkên di navbera me de çareser nekiribûn.

Niha lihevnekirina me, di navbera welatiyan û desthilatê û van her du hevalbendên desthilatê de bûye pisirêk û divê ev bên rakirin."

Pîre her wiha da zanîn ku şandeyên her du partiyên  dê civînên din jî pêk bînin û got:

“Eger di civîna pêş a her du şandeyan de dawî li xalên nerazîbûnê neyê, mijar derbasî lûtkeya her du partiyan, ango Kak Mesûd û Kak Bafil bibe”

Li gorî rayedarên her du aliyan, heta niha YNK û PDKyê li ser wezîfeyên hikûmetê dan û standin nekiriye, ev jî piştî gelek civînan derket holê.

“Kar bi başî bi pêş dikevin”

Berdevkê YNKyê got, "Ez bawer nakim ku avakirina hikûmetê dê pir dirêj bibe, ji ber ku kar bi başî pêş dikevin."

Pîre tekezî kir ku pêvajoya pêkanîna hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê, aramiyê û berxwedana li hemberî gefên heyî mijareke mezin û bingehîn e û got:

“Em neheqiyê li xwe nekin, pêdiviya me ne bi hikûmeteke lawaz û bê bername lê bi hikûmeteke xurt û xwedî bernameyeke rast heye."

Her çend nêzîkî çar meh di ser hilbijartinan re û zêdetirî du meh di ser yekem rûniştina parlamentoyê re derbas bûne jî aliyên siyasî hîn li ser serokatiya parlamentoyê, hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina kabîneya dehemîn li hev nekiriye.

Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an, PDKyê bi 39 kursiyan serkeftin bi dest xist û bû yekemîn, YNK jî bi 23 kursiyan bû duyemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst