Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, “Em dixwazin hikûmeteke wiha ava bikin ku di dîroka Kurdistanê de hikûmeta herî baş be. Ev niyeta YNKyê ye û bawer im a PDKyê ye jî.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubaiyê ji pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman re axivî.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro dest pê kir û dê 3 rojan berdewam bike.
Tê çaverêkirin ku zêdetirî 30 serok û serokwezîrên welatan û 400 wezîr beşdarî konferansê bibin.
Her wiha serok û birêvebirên rêxistinên navneteweyî û bi hezaran kesayetên navdar ên cîhanî yên ji hemû qadan dê beşdarî lûtkeyê bibin.
Di lûtkeyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî û çend wezîrên din ên hikûmetê beşdar in.
Pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman li Dubiayê hevpeyvînek bi Qubad Talebanî re kir:
Rûdaw: Silav Kek Qubad, gelekî spas ji bo vê derfetê.
Qubad Talebanî: Gelekî spas, ez kêfxweş im ku we li vir dibînim.
Rûdaw: Kek Qubad, şandeyeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir e, hûn çima hatine Dubaiyê, hûn dixwazin ji beşdariya xwe ya di vê konferansê de çi bi dest bixin û sûda wê ji bo Herêma Kurdistanê çi ye?
Qubad Talebanî: Sûda van konferansan, hem panel in, hem civîn in ku li derveyî konferansê tên lidarxistin. Her wiha dîtina wan hemû aliyên hikûmî û nehikûmî ku li vir in û em dikarin têkiliyê bi wan re deynin, em dikarin têkiliyê bi wan re bikin û sûdê ji ezmûna wan wergirin. Ji ber vê, ev konferans hem ji bo naskirina hev û hem jî ji bo ragihandina doza me bandora xwe heye.
Rûdaw: Kek Qubad, tiştê ku bala me zêdetir dikişîne di vê konferansê de, başkirina hikûmetan e di paşerojê de, bidawîanîna rûtîna ku Herêma Kurdistanê bi salan e pê dinale, em çawa dikarin sûdê jê wergirin?
Qubad Talebanî: Sûdwergirtin ji ezmûna welatekî wekî Îmaratê ku gavên gelekî baş di warê rûtînê de avêtine, di warê avakirina bingeheke bihêz de, çi di rê û rêbazê de be, çi di sîstema otobusan de be, çi di birêvebirina şaredariyên wan de be. Ev hemû ezmûnên baş in ku em dikarin sûdê jê wergirin. Ji ber vê panelên me jî hemû behsa van bipêşketinan dikin di cîhana pêşketî û di dîtina birêvebiriyê de.
Dibe ku stîla me bi sedema wan pirsgirêkên ku em tê re derbas bûne hinek dezgehên kevneşopî hene, li vir em dibînin çawa dezgehên hikûmî û sektora taybet bûne yek ji bo birêvebirina hinek sektoran. Em dikarin gelek sûdê ji wan ezmûnan wergirin. Ji ber vê, ez ji bo para xwe kêfxweş im ku li vir im û em li vir in. ÎInşalah dê sûda wê ji bo Herêma Kurdistanê hebe.
Rûdaw: Çawa bû ku hûn bi Kek Mesrûr re bi hev re li vir in? Doh dema me zanî ku hûn bi Kek Mesrûr re bi heman balafirê hatin, nûçeyeke balkêş bû û me behsa wê kir.
Qubad Talebanî: Mixabin ku ev tişt balkêş e, divê tiştekî gelekî asayî be ku Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr bi hev re geştê bikin.
Rudaw: Çend sal in we bi hev re geşt nekiriye, çawa bû vê carê bi hev re hatin?
Qubad Talebanî: Ya girîng ew e ku em bi hev re li vir in.
Rûdaw: Wisa xuya ye ku di dan û standinên navbera Hewlêr û Bexdayê de gavên baş hatine avêtin. Wisa xuya ye ku pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçin. Hûn ji sala 2025an geşbîn in?
Qubad Talebanî: Ez geşbîn im lê berê jî em geşbîn bûn ji ber vê divê hem geşbîn bin, hem jî berdewam bin. Berdewam bin di dan û standinan de berdewam bin di şandina şandeyan de, berdewam bin di pêşwazîkirina şandeyên wan de, berdewam bin di wê dan û standinê de ku pêwîst e di navbera me de berdewam be. Ji aliyê siyasî, teknîkî, ewlehî û aborî ve, ez hest dikim ku em gihiştine têgihiştinekê li ser pirsa meaşan lê bila ji bîra me neçe ku doza Kurdî...
Rûdaw: Têgihiştin an lihevkirin?
Qubad Talebanî: Lihevkirin lê lihevkirin jî bê têgihiştin nabe. Pirsa me ne tenê pirsa meaşan e. Mixabin pirsa meaşan, rast e girîng e, rast e bandor li ser tak bi takê civaka Kurdistanê kiriye. Doza Kurd û Kurdistanê gelek ji pirsa meaşan mezintir e. Niha ku pirsgirêka meaşan çareser bûbe ku em hêvîdar in çareser bûbe, em dikarin bên ser dozên din ku pêgeh û hêza Kurdistanê di çarçoveya Îraqeke federal de were parastin.
Rûdaw: Bi baweriya cenabê we ji bo sala 2025an dê meaşxwir bikarin meaşên xwe di dema xwe de wergirin?
Qubad Talebanî: Li gorî wê lihevkirina ku bi me re heye li gel hikûmeta federal û soza Wezareta Darayî, ew lîsteya meha yekem ku hat pêşkêşkirin û hat pejirandin êdî ew dê ji bo salê bibe qalibek ji bo ku em bikarin mehane meaşan bidin.
Rûdaw: Bê pirsgirêk?
Qubad Talebanî: Bê pirsgirêk.
Rûdaw: Kek Qubad, dan û standinên PDK û YNKyê li ser pêkanîna hikûmetê gihiştiye ku derê?
Qubad Talebanî: Berdewam in, ez bawer dikim gavên baş hatine avêtin, civîn di du astan de tên lidarxistin; em bibêjin di asteke bilind û siyasî de lê derket holê ku beşeke mezin ji mijaran ji aliyê teknîkî ve bên nîqaşkirin ku têkilî bi cewherê birêvebiriyê ve heye.
Têkilî bi gihiştina têgihiştinekê li ser pirsa hevbeşiyê di birêvebirî, biryardan, berpirsyarî û mijaran de heye. Ez bawer dikim gaveke baş em çûne pêş û rûpeleke hevbeş hatiye amadekirin ku hinek xal tê de hene ku em li ser wan li hev in.
Rûdaw: Hûn li ser çi li hev in û li ser çi ne li hev in?
Qubad Talebanî: Ez dê niha ji we re nebêjim, ji ber ku em di navbera xwe de hewl didin ku ew tiştên ku em li ser wan li hev in zêdetir bin. Ew tiştên ku em li ser wan li hev in divê mekanîzmeya wan were danîn. Erê gelek caran lihevkirin di navbera PDK û YNKyê de hebûye lê dema tu li lihevkirinan dinêrî, komek sernav bûn ti cure mekanîzmeyek ji bo çawaniya bicihkirinê û naveroka wê lihevkirinê tunebû. Eger aliyekî pêbendî nekir, dê çi bibe, em dixwazin...
Rûdaw: Vê carê hûn ketine hûrgiliyê?
Qubad Talebanî: Em ketine hûrgiliyeke gelekî kûr, ji ber vê em ji civaka Kurdistanê dixwazin ku sebra wan hebe. Em dixwazin hikûmetek hebe ku hikûmeta herî baş be di dîroka birêvebiriya Kurdistanê de. Ev niyeta YNKyê ye, ez bawer im niyeta PDKyê jî ev e, ji ber vê em dixwazin hikûmeteke me hebe ku êdî nehêle siyaset û rewşa siyasî bandorê li ser performansa hikûmetê bike.
Rûdaw: Di balafirê de we li gel Kek Mesrûr behsa pêkanîna hikûmetê û nêzîkbûna PDK û YNKyê kir?
Qubad Talebanî: Bê guman li gel cenabê Serokwezîr me behsa gelek tiştan kir.
Rûdaw: Kek Qubad kengî hikûmet tê pêkanîn? Kengî hûn li gel PDKyê digihêjin wê lihevkirinê ku hûn bibêjin wê mehê hikûmet tê avakirin?
Qubad Talebanî: Bersiveke min nîne, ji ber ku mijar wekî min got, bi ya min gelekî girîngtir e ku hikûmeteke me ya tekûz hebe ku erk û rol û berpirsyarî zelal û eşkera bin ji bo hemû wan aliyan ku hikûmetê pêk tînin, girîngtir e û berdewamtir dibe ji hikûmeteke ku em tenê bi lez pêk bînin di ber berjewendiya afirandina dîtinekê ku ti pirsgirêk li Herêma Kurdistanê nînin.
Rûdaw: Hûn li ser erkan axivîne?
Qubad Talebanî: Na, qet.
Rûdaw: Hûn li gel PDKyê heta niha li ser erkan neaxivîne?
Qubad Talebanî: Qet.
Rûdaw: Tenê li ser awayê birêvebiriyê?
Qubad Talebanî: Tenê li ser awayê birêvebiriyê, biryardan, danîna pêşîneyên û dabeşkirina erk û berpirsyariyan me qise kiriye.
Rûdaw: Tenê PDK û YNK hikûmetê pêk tînin? Yan aliyên din jî tê de beşdar dibin?
Qubad Talebanî: Hîn em nizanin!
Rûdaw: Ew dan û standinên ku YNKyê li gel aliyên din kiriye, ti îşaret hene ku aliyên din beşdar bibin?
Qubad Talebanî: Ez wekî karê xwe nabînim ku behsa nêrîna aliyên din bikim.
Rûdaw: Hûn li gel wan civiyane?
Qubad Talebanî: Em û PDKyê li gel hemû aliyan civiyane lê dîsa jî ev ne karê min e ku nêrîna aliyekî din pêşkêşî we bikim. Ew bi xwe dikarin bikin, hinekan ji wan kiriye jî.
Rûdaw: Gelekî spas Kek Qubad.
Qubad Talebanî: Tu birêz î can, çavê min î.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse