Sûriye - Yekîtiya Ewropayê ji ziyandîtiyên erdhejê re 120 ton alîkarî şand

27-02-2023
Loloxan
Yekîtiya Ewropayê ji ziyandîtiyên erdhejê re 120 ton alîkarî şand Şamê
Yekîtiya Ewropayê ji ziyandîtiyên erdhejê re 120 ton alîkarî şand Şamê
Nîşan Erdhej Yekîtiya Ewropayê Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropa ji zîyandîtiyên erdhejê 120 ton alîkarî şandin Sûriyê.

Yekîtiya Ewropa alîkariyên xwe ji bo qurbaniyên erdheja li Sûriyê berdewam dike. Balefireke din a alîkariyê ya Yekîti ya Ewropayê gihîşt balefirxaneya Şamê.

Rêveberê Heyva Sor a Sûriyê ragihand ku ev sêyemîn balefira alîkariyan a YE li balefirxaneya Şamê dadikeve û nêzîkî 120 ton madeyên xwarin û tenduristî têde hene.

Rêveberê Heyva Sor a Sûriyê Xalid Hebûbatî got "Ev firokeya sêyem a Yekîtiya Ewropayê ye ku digihê erda me, nêzîka 120 ton alîkariyên xorak û pizîşkî li xwe digire, wê di siberojê de jî firokeyên alîkariyan ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê zêdetir bibin, em bi hêvî ne alîkariyan berdewam bişînin, ji ber pêwîstiya me zêde bi alîkariyan heye."

Ji 8ê Sibatê û heta niha 15 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê alîkariyan ji zerardîtiyên erdhejê yên Sûriyê re dişînin. Tîmên Mekanîzmaya Parastina Sivîl ser bi Yekîtiya Ewropayê bi hevahengiya ligel tîmên Heyva Sor a Sûriyê alîkariyan li zerardîtiyên hemû navçeyên erdhejê yên Sûriyê dabeş dikin.

Rêveberê alîkariyên mirovî yê YE li Sûriyê Luigi Pandolfi dibêje "Îro du firokeyên alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê gehiştin destê Heyva Sor a Sûriyê li Şamê. Em dixwazin zû van alîkariyan û bê astengî bighînin kesên hewcedar."

Li gor rapora Komisyona Ewropayê ya roja 26ê Sibatê, dê welatên Yekîtiya Ewropayê 420 ton alîkariyên mirovî bişînin ji zerardîtiyên erdhejê yên Sûriyê re. Roja 23ê vê mehê jî Yekîtiya Ewropayê ji bo gihandin û derbaskirina alîkariyên mirovî heta 6 mehan cezayên li ser wî welatî sivik kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst