Gefa li ser koçberên Kurd ên di destê Heşda Şeibî de zêde dibe

27-02-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Gefa li ser koçberên Kurd ên di destê Heşda Şeibî de zêde dibe
Gefa li ser koçberên Kurd ên di destê Heşda Şeibî de zêde dibe
Nîşan Koçberên Kurd Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 22 Kurdên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku beriya demekê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê ve hatibûn girtin, niha tirs li ser wan heye ku radestî hikûmeta Sûriyê bên kirin.

Koçber dibêjin ti pêwendiya wan bi aliyên siyasî û leşkerî re tune ye û ew ji ber rewşa jiyanê ya xirab koçber bûne.

22 koçberên ji Hesekê û Kobanê ku Hêzeke Heşda Şeibî ya Iraqî ew girtibûn, din gefa radestkirina bo hikûmeta Sûriyê de ne.

Li gorî kesûkarên wan girtiyan tirs heye ku Heşda Şeibî wan girtiyan radestî hikûmeta Sûriyê bike.

Di girte vîdyoyekê de, wan girtiyan eşkere kiriye ku mebesta wan tenê koçberî bû, û pêwendiya wan bi ti aliyekî leşkerî yan siyasî nîne, lê mebesta wan ew bû ku xwe bigihînin Herêma Kurdistanê ji bo ji rewşa metirsdîdar û zehmet a welatê xwe rizagar bibin.

Dê, bav, zarok û kesûkarên wan girtiyan daxwaz dikin ciwanên wan bi selametî vegerin nav malbatên xwe.

Diya koçberekî girtî dibêje “Zarokên me li Iraqê hatine girtin. Em daxwaz ji Mesûd Barzanî dikin ku alîkariya me bike, em li Kurdistanê ne û zarokên me ji me re bîne Kurdistanê. Ji wê derê hatine ku gihîjin malê, hatine girtin.”

Roja 20/02/2022 Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Hêza Lîwaya 53 bi hevbeşiya Istixbaratan 22 welatiyên Sûrî li nav xaka Iraqê bi arasteyî bajarê Mûsilê ve girtibûn, ku bi qaçaxî sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê derbas kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst