Hûrgiliyên binavbûna keştiyên li Îtalyayê: Koçberên Kurd jî bûne qurbanî

20-06-2024
RÛDAW
Nalîn Hesen behsa hûrgiliyên binavbûna keştiyên li Îtalyayê dike
Nalîn Hesen behsa hûrgiliyên binavbûna keştiyên li Îtalyayê dike
Nîşan Keştî Îtalya Koçberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li peravên Îtalyayê rojên 17 û 18 Hezîranê du keştiyên koçberan bin av bûn û di keştiyan de Kurd jî hebûn.

Îro 20 Hezîranê  Roja Cîhanî ya  Penaberan e. Li cîhanê 120 milyon penaberan hene.

Her îro li nav Deryaya Spî pêvajoya lêgerînê li pey qurbaniyên her du belemên ku li peravên Îtalyayê  bin av bûne berdewam dike.

Ev buyera ku gelek karvedan li pey xwe anîne û gelek pirs bê bersiv hiştine, gelo çawa ev belem bin av bûne, hejmara qurbaniyan çende, kî berpirs e, hikûmetên welatan çi kirine?

Xaça Sor a Îtaliya bi rêya emailê bersiva çend pirsên Rûdawê da yên derbarî çarenivîsa koçberên bin av bû da.

Xaça Sor ya Îtaliya ji Rûdawê re ragihand ku di nava wan her du beleman de 140 koçber hebûne. 

75 koçber wenda ne

Bi gotyina berpirsên Xaça Sor a Îtalyayê heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne wenda ne.

Xaça Sor a Îtalyayê eşkere kir ku di belema yekem de, 64 koçber hebûn û 10 koçber xenqîne û 54 koçber hatine rizgarkirin.

Ji belema duyem ku ber bi grava Roçêla diçû, heta niha 11 koçber hatine rigzarkirina û 65 koçber wenda ne.

Di nav rizgarbûyan de jineke ducanî heye ku du zarokên wê hene.

Bi 21 koçberên Kurd re pêwendiya hatiye kirin

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku malabatên 21 koçberên Kurd pêwendî bi wan kiriye.

Herwiha Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê odeyeke operasyonên taybet bi wê buyerê pêk aniye.

Navenda Hevbeş ya Krîzan ku bi JCC tê naskirin û ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan 2 xetên telefonê danîne ji bo wergrtina zanyariyan derbarê wan kesan.

Li gorî JCCyê heta niha pêwendî bi 9 kesên ji Raperîn, 11 kesên ji Hewlêrê û kesek jî ji Soranê ku malbataên koçberên windabûyî ne. 

Navenda Hevbeş a Krîzan ji malbatên qurbaniyan xwest ku ji bo her zaniyariyekê pêwendiyê bi wan bikin.

Ji aliyê xwe ve Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir wan odeyeke operasyonan pêk aniye û dê tîmekê jî bişînin Îtalyayê ji bo şopandina rewşê û diyakirina çarenivîsa koçberên Kurd.

 

Ev jî xetên telefonê yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ne:

00964 0750 803 5680

 00964 0771 449 0202

Yek ji Tirkiye û yek jî ji Lîbyayê bi rê ketin

Belemek 9ê Hezîranê ji bajarê  Bordrumê yê Tirkiyeyê bi rê ketibû û 17ê Hezîranê li nêzikî grava  Kalabiryayê bin av bû.

Di wê belemê de 76 koçber hebûn.

Belema din ji  Lîbyayê derketibû  li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûye.

Fedrasoyona Seranserî ya Koçberan a Îraqê, hikûmeta Îtalyayê tohmetbar dike ku bi sedema siyasetên regezperstiyê li hemberî koçberan, koçber di nava deryayayê dedixenqin.

Ew dibêje Îtaliya li hember binavbûna her du belamên koçberan bi berpirs dizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst