Mesrûr Barzanî û Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniyê rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kirin

26-10-2019
RÛDAW
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Robert White kir
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Robert White kir
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Iraq Robert White
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Robert White hevdîtinek pêk anîn û di hevdtînê de pêşhateyên vê dawiyê yên li Iraq û herêmê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê îro Şemiyê (26.10.2019) pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Robert White û şanda ligel kir.

Di hevdîtinê de pêşhateyên vê dawiyê yên li Iraq û herêmê hatin nirxandin û şanda mêvan rola Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de bi girîngî pênase kir.

Herwiha Robert White diyar kir ku Amerîka dê li ser piştevanîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê bi taybet hêzên Pêşmerge di şerê terorê de berdewam be.

Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagen di hevdîtinê de amade bû û behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn kir.

Ev yek di demekê de ye ku lii Bexda û piraniya parêzgehên din ên Iraqê  piştî 3 hefteyan du roj berê xwepêşandanan dest pê kirine û di wan xwepêşandanan de alozî û tundûtujiyê rû dan.

Di xwepêşandanan de jibilî bûyerên kuştin û birîndarkirinê, zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî û herwiha malên berpirsên bilepilind hatine şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst