Aslan: Bila Demîrtaş bibe hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk

26-09-2023
Abdulselam Akinci
Nîşan Partiya Gelan a Demokratîk Mehmet Alî Aslan Selahattîn Demîrtaş Hevserok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan ragihand, gel dixwaze Selahattîn Demîrtaş bibe hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk.

Partiya Çepên Kesk dê 15ê Çiriya Pêşîn kongreya xwe ya awarte saz bike û dê hevserokên xwe biguhere.

Dê navê Partiya Çepên Kesk bibe Partiya Gelan a Demokratîk.

Herwiha tê gotin ku dê Parlamenterê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç dibin hevserokên nû.

Mehmet Alî Aslan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê xwest ku Selahattîn Demîrtaş bibe hevserok.

“Dikare bibe serokê partiyê”

Aslan di peyama xwe de wiha got:

“Birêz Selahattîn Demîrtaş çawa dikarîbû bibe berbijêrê serokkomariyê û astengiyeke yasayî nebû, dikare bibe serokê partiyê jî.

Bê cudahî hemû alîgirên partiyê dixwazin Selahattîn Demîrtaş bibe hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk.”

“Dê sînerjiyeke nû çêbibe”

Aslan li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Eger Demîrtaş bibe hevserokê nû dê sînerjiyeke nû çêbibe. Dibe ku bi hezaran kesên wekî min ên ji partiyê aciz bûne û cuda bûne vegerin partiyê û rêjeya dengên Hezîrana 2015an bê dîtin.”

Hevserokê berê yê HDPyê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş piştî hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Gulana 2023yan ragihand ku dev ji siyaseta aktîv berdaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst