YSKyê biryara xwe ya derbarê hilbijartinên Siwêreg û Xelfetiyê eşkere kir

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Riha Hilbijartin Xelfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Billind a Hilbijartinan (YSK) biryara dubarekirina hilbijartinên her du navçeyên Siwêreg û Xelfetî yên Rihayê betal kir.

Ji ber giliyên hilbijartinan, civînên Lijneya Billind a Hilbijartinan berdewam dikin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de Namzedê AK Partiyê yê serokatiya Şaredariya Siwêregê Ali Murat Bucak bi ser ketibû.

Namzedê Partiya Yenîden Refahê Hasan Îzol li dijî encamên hilbijartinê derketibû û serî li Lijneya Hilbijartinan a Siwêregê dabû.

Lijneya Hilbijartinan a Siwêregê li ser daxwaza Partiya Yenîden Refahê biryar dabû careke din deng werin hilbijartin.

Dengên navçeyê careke din hatibûn hilbijartin û encam neguherîbû.

Piştî biryara Lijneya Hilbijartinan a Siwêregê, Hasan Îzol serî li Lijneya Hilbijartinan a Rihayê jî dabû û li wir jî gilî kiribû.

Lijneya Hilbijartinan a Rihayê derbarê gilî û îtîraza Hasan Îzol civiya.

Lijneyê biryar da ku hilbijartina serokatiya Şaredariya Siwêregê were betalkirin û hilbijartin dê 2yê Hezîrana 2024an careke din pêk were.

Lê îro lijneyê dubarekirina hilbijartinê betal kir.

Herwiha di hilbijartina 31ê Adarê de Namzedê DEM Partiyê Xelfetiyê Murat Karayilan ji sedî 39,45 û Namzedê AK Partiyê Xelfetiyê Şerefa Albayrak ji sedî 34,97ê dengan bi dest xistibû.

Namzedê DEM Partiyê 906 deng ji yê AK Partiyê zêdetir standibûn û di hilbijartinê de bûbû yekem.

Namzeêd AK Partiyê bi sedema “dengên betalkirî” li Lijneya Hilbijartinan a Rihayê gilî kiribû.

Li ser îtîraza AK Partiyê Lijineya Hilbijartinan a Rihayê biryar dabû hilbijartina navçeya Xelfetiyê 2yê Hezîranê were dubarekirin.

YSKyê ew ew biryar betal kir û biryar da Namzedê DEM Partiyê mazbatayê wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst