Di êrişa Tirkiyeyê de du sivîl hatibûn kuştin: PSKyê daxuyanî da

22-02-2024
Nîşan Dihok Tirkiye Êriş Kuştin Sivîl Şermezarkirin PSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrişa Tirkiyeyê ya li Dihokê şermezar kir.

Tirkiyeyê êvara sêşemê gundê Kafiyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser vê êrişê daxuyaniyek da û got, “Em qetilkirina Kurdên sivîl şermezar dikin.”

“Em bi tûndî şermezar dikin”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe de got:

“Li gundê Kafiyayê yê Dihokê du gundîyên sivîl ên bi navê Arif Taha û Beşîr Omer ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.

Em vê êriş û kiryara dijminane bi tûndî şermezar dikin.

“Divê Îraq û Herêma Kurdistanê rê nedin êrişan”

Tirkiye bi salan e ku bi hinceta PKKyê gelek deverên Başurê Kurdistanê bombebaran dike û dibe sedemê kuştina xelkê sivîl û ziyanê dide jîyana herêmê.

Divê Tirkiye dev ji van êrişan berde û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê rê nedin ku ev qetliamên bi vî awayî bidomin.”

Li hêla din, Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand, di nava 9 salan li Herêma Kurdistanê 152 sivîlan ji ber bombebaranên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst