Zarokê 15 salî winda ye: Dayîkê hawara xwe bir Mezlûm Ebdî

26-08-2024
HUSÊN OMAR
Nîşan Şehba Zarok Winda Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şehbayê ya Helebê dayîkek dibêje ku zarokê wê yê 15 salî ji aliyê kadroyan ve hatiye birin.

Dayîka wî zarokî hawara xwe bir Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da ku bigihe kurê xwe.

Şeza Arifê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku kurê wê yê bi navê Wesîm Adil Casim 7ê Tebaxê ji mal derketiye û venegeriyaye.

Bi gotina wê, ew ji aliyê meclisa gund ve hatiye agahdarkirin ku kurê wê tevlî kadroyan bûye.

Li gorî belgeyên fermî, Wesîm Adil Casim 30ê Kanûna Paşîn a 2009an ji dayîk bûye.

Malbata wî ji gundê Kefer Nayayê yê Helebê ye.

“Ez dixwazim dengê min bigihe Fermandar Mezlûm Ebdî”

Şeza Arifa dêya Wesîm Adil Casim li ser bûyerê ev agahî dan Rûdawê:

“Ez dêya zarokê bi navê Wesîm Adil el-Casim im, ji kantona Şehbayê me.

Kurê min 7ê Tebaxê (roja çarşemê) ji malê derket û winda ye.

Me ji bêhtirî 10 aliyan lê pirsî lê wan got ne li ba me ye û alîkariya me nekir ji ber ku tevlî kadroyên li gel hevalan bûye.

Hemû dibêjin em midaxeleyî meseleya kadroyan nakin.

Me pir pirsî, hemûyan got ka wêneyê zarok û nemreya telefona we, em dê bipirsin û pêwendiyê bi we re bikin.

Piştî 10 rojan meclisa gund hat û em agahdar kirin ku zarok tevlî hevalan bûye û çûye bûye kadro.

Em çûn kampên Şehîd Rifet û Serdemê û zarok çû û heta îro venegeriyaye.

Ez dixwazim name û dengê min bigihe Fermandar Mezlûm Ebdî bi xwe.

Em daxwaz dikin ku zarok vegere mala xwe."

Belgeya fermî ya ku agahiyên zarok li serê ne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst