EFRÎN - Çekdaran dest danî ser mala malbateke Kurd

26-08-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Çekdarên Emşatê Kurd Destdanîna Ser Malan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê ku wekî Emşat jî tên naskirin Kurdek ji mala wî ya li Efrînê derxist û dest danî ser mala wî.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo, li ser bûyerê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

Li gorî Şêxo, çekdarên Emşatê welatiyê Kurd Bangîn Îbo li gel hevjîn û 4 zarokên wî ji mala wan derxistin.

Herwiha çekdaran dest danî ser mala vê malbatê.

Şêxo da zanîn çekdaran bi hinceta ku mal li ser navê Welîd Îboyê apê Bangîn e û apê wî li Helebê niştecî ye, dest daniye ser malê.

Çekdarên Emşatê bi tundî li Bangîn xistiye û ew bi zorê ji malê derxistiye.

Tevî ku Zekiye Cafoya hevjîna Welîd Îbo çûye Efrînê jî çekdaran mal radestî wê nekiriye

Li aliyê din çekdarên Emşatê bi tundî li birayê wê Ciwan Cafo jî xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst