EFRÎN - Ebû Emşa û çekdarên wî şkence li Kurdekî kir

18 demjimêr berê
RÛDAW
Parêzer Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Parêzer Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Efrîn Emşa Kurd Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku serkirdeyê koma çekdar Emşatê Ebû Emşa êrişî Kurdekî kiriye û şkence lê kiriye.

Parêzer û çalakvanê sivîl Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand, doh saet 18:00an li navçeya Şiyê ya Efrînê, Ebû Emşa û çekdarên wî êrişî welatiyekî kir û lê xist.

Mihemed Husên Casim ku bi navê Ebû Emşa jî tê naskirin, serkirdeyê koma çekdar a nêzîkî Tirkiyeyê Siltan Silêman Şah e ku bi navê Emşat jî tê naskirin.

Mistefa Şêxo da zanîn, sedema êrişa li ser wî welatiyê Efrînî ew bû ku dema hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê berî çend hefteyan derbasî nav bajarê Efrînê bûn, welatiyan ew pêşwazî kirin û bi du tiliyên sembola serkeftinê nîşan da.

Mistefa Şêxo destnîşan kir ku Ebû Emşa û çekdarên wî bi tundî li Ehmed Silêman Şêxo xistiye, destên wî şikandine, laşê wî tev birîn kirine û ew niha li ser nivînan e.

Pismamê kesê ku şkence lê hatiye kirin Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand, Ebû Emşa û çekdarên wî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re gotinên nebaş kirine.

Mistefa Şêxa anî ziman:

“Wan bê sedem li pismamê min xist, ji Mezlûm Ebdî, HSD û Ehmed Şer re jî gotinên xirab kirin.

Sedema wê jî ew e ku roja ku asayîşa giştî derbasî navçeya Şiyê bû, pismamê min ew pêşwazî kirin û xelk jî kêfxweş bû û tiliyên xwe nîşan dan.

Ji ber vê yekê Ebû Emşa rik ji xelkê Şiyê girt.”

Mistefa Şêxo da zanîn, piştî bûyera roja duşemê wan pêwendî bi hêzên asayişa giştî re kir û ew bilez çûne cihê bûyerê û wan tedbîrên ewlehiyê tundtir kirin.

Sala 2023an Amerîkayê  ji ber sûcên li hemberî Kurdan ên li Efrînê li dijî Ebû Emşa û koma wî ceza kir.

Emşat yek ji wan komên ku sala 2018an bi Tirkiyeyê re êrişî Efrînê kiribû.

Ehmed Silêman Şêxoyê ku şkence lê hatiye kirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst