Parêzerên Rojavayê Kurdistanê ji bo Demîrtaş ji NY û YEyê re name şand

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Selahatin Demirtaş Doza Kobaniyê Parêzerên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 81 parêzerên Rojavayê Kurdisanê nameyek li ser doza Kobaniyê û cezakirina Selahattîn Demîrtaş ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtitiya Ewropayê (YE) re şand.

Parêzerên ji Rojavayê Kurdistanê di nameya xwe de ji YE û NYyê re xwestine guvaşê bixe ser Tirkiyeyê da ku Selehattîn Demîrtaş azad bike.

Yek ji parêzerên Rojavayê Kurdistanê Mihemed Emîn Mislim ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku biryarên dadgeha Tirkiyeyê siyasî ne û divê Demîrtaş were azadkirin.

16ê Gulanê 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê biryarên Doza Kobaniyê eşkere kir.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal ceza jî da Fîgen Yuksekdagê.

Amet Turk bi 10 sal û dehan û siyasetmedarên din jî bi dehan salan hatin cezakirin.

81 parêzerên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê li welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Brîtanya, Norwêc, Holenda û welatên din ên Ewropayê dijîn, ji NY û YEyê re nameyek nivîsî û wan xwest ku cezayên ku hatine dayîn bên betalkirin.

Mihemed Emîn Mislim ku yek ji wan 81 parêzeran e, li ser naveroka nameyê ji Almanyayê tevlî bultena Rojava ya Rûdawê bû.

“Ev ceza siyasî ye ne ne yasayî ye”

Mislim, bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da û diyar kir ku ev biryar siyasî ne û wiha axivî:

“Li gorî dadgeha Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş piştgirî daye Kobaniyê û ew jî ‘piştgiriya terorê’ ye.

Em wekî parêzerên Rojavayê Kurdistanê cezayê ku di vê dozê de li Demîrtaş hatiye birîn siyasî dibînin. Ev ne cezayeke yasaî ye.

Selahattîn Demîrtaş bi xwe kesekî siyasî ye û ji bo çareseriya doza Kurd bi rêyên aştiyane siyasetê dike û siyasetmedar e.

Demirtaş ne kesekî çekdar e û bi qasî ku em parêzer dikarin bişopînin ew cezayê ku lê hatiye bir in delîl tune.

Demîrtaş li Amedê yek ji serokên Komeleya Mafê Mirovan bû. Demîrtaş kesekî siyasî yê doza Kurdan e li Bakurê Kurdistanê.

Dadgehên jî dewletê jî biryarên siyasî li ser wî dane.

Dewleta Tirkiyeyê bi rêya biryarên siyasî dixwaze Demirtaş di girtîgehê de be.

Dadgeha Mafê Mirovan û Yekîtiya Ewropayê jî xwest ku Demîrtaş were azadkirin. Me jî ji wan xwest ku bilez Demîrtaş azad bikin.

Em ji wan saziyên navneteweyî dixwazin ku pabendî biryarên xwe bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst