Demîrtaş: Vê dewletê welatê min Kurdistan dagir kiriye

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doza Kobaniyê Tahir Demîrtaş Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya Doza Kobaniyê de got, “Vê dewletê welatê min ê bingehîn Kurdistan dagir kiriye.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaşê ku ji sala 2016an ve di girtîgeha Edirneyê de girtî ye, îro di rûniştina Doza Kobanî de parastina xwe kir.

Demirtaş bi rêya sîstema deng û reng (SEGBIS) beşdarî doze bû.

Parêzeran berî despêkirina dozê ji ber koça dawî ya bavê Demîrtaş, Tahir Demîrtaş sersaxî jê re xwest.

Demîrtaş bi biranîna bavê xwe dest bi axaftinê kir û got, “Ez parastina xwe di kesayetiya bavê xwe Tahir Hostayê kedkar de pêşkêşî hemû bav û dayîkên kedkar dikim.”

“Kê em şandin girtîgehê?”

Demirtaş bi gotina Bauman a "Niha destên siyasetê girêdayî ne" dest bi xweparastinê kir û got:

“Siyaset çima li Tirkiyeyê hilweşiya? Kê em şandin girtîgehê? Em dê bi hemû hêza xwe bi vê dozê dîroka gelê xwe careke din ronî bikin.

Her kesî dît ku sêv ket lê tenê Newton pirsî 'Çima?'. Em dê jî bipirsin 'Çima?' Çima ev xirabiya zêde?' Bi rêya vê dozê, ez dê çavkaniya xerabiyê vebêjim.”

Demirtaş bal kişand ser wateya hebûnê û wiha berdewam kir:

"Wekî Homo sapiens, ji bo me her tiştî bi jiyana civakî dest pê kir. Derdê civaka wê demê têrkirina zikê xwe, berdewamkirina nifşê xwe û sax mayînê bû. (Ji ber xwezaya xwe ya biyolojîk) Em wekî molekul dixwazin bi hev re bimînin û zêde bibin.

Em dixwazin bi vî awayî hebûna xwe biparêzin. Di nav me mirovan de mirina molekul tine, em tenê formê diguherin. Me gund û bajarok ava kirin.

Me milkiyet anî. Me şaristaniyên bi zîhniyeta desthilatdariya mêran ava kirin, me jinên xwe di nav çar dîwaran de dîl hiştin. Em medenî bûn, em wiha xirab bûn.”

“Ên peyman têk da Tirk bûn, ne Kurd”

Derbarê doza Kurdan a ji bo azadiyê û dagirkirina Kurdistanê de jî Demirtaş di parastina xwe de got:

“Birêz dozger, ger hûn ji me bipirsin ka çima em tên darizandin, ez ji we re wiha vebêjim:

Gelê me dixwaze xwe têr bike, nifşê xwe bidomîne û bijî. Tirk jî dema hatin van axan, wan ev xwestin.

Gava mirov ji perspektîfa biyolojîkî lê dinêre, her kes mafdar e lê her kes ne bihêz e. Ji aliyê biyolojîkî ve, tenê yên bihêz zindî dimînin.

Ji bo ew yek çênebe me çand, qanûn û exlaq avakirin. Di warê çandî de em (Kurd) mafdar in. Vê dewletê welatê min ê bingehîn Kurdistan dagir kiriye.

Ên peyman têk da Tirk bûn, ne Kurd. Em ji ber berxwedana li dijî çanda dagirker, zalim û yên ku peymanên exlaqî binpê dikin berdewam tên darizandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst