Li pêş kamerayan êrişî Maşallah Dekak kiribû: Dozgeriyê biryara xwe da

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Maşallah Dekak Êriş Dadgeh Biryar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Komarê ya Amedê derbarê êrişa li hemberî Nûnerê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak û kameramanê wî Mehmet Kanevî de biryara xwe da.

Dozgeriyê got, “delîl tune ne” û biryara neşopandinê da.

Êrişa li hemberî Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak û kameramanê wî Mehmet Kanevî, di 12ê Kanûna Paşîn de li ber Mizgefta Mezin a Amedê pêk hatibû.

Dekak û Kanevî dema serdana Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan dişopandin, li pêşiya bi dehan kamerayan rastî êrişa fizîkî û devkî ya kesekî hatibûn.

Dekak û Kanevî li ser vê yekê derbarê êrişkar de gilî kiribû.

Dozgeriya Komarê ya Amedê ku derbarê êrişkar M.K de lêpirsîn dabû destpêkirin, biryara xwe da.

Dozgeriyê got ku “ti delîlek berbiçav tune ye” û ji ber vê yekê derbarê êrişê de biryara neşopandinê da. Parêzerên rojnameger Dekak û kameraman Kanevî dê di rojên pêş de derbarê biryarê de itiraz bikin. 

Bûyer çawa çêbibû?

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê ya Amedê li Mizgefta Mezin nimêj dikir.

Rojnameger Maşallah Dekak û kameramanê wî Mehmet Kanevî serdana Babacan dişopandin.

Di wê demê de kesê bi navê M.K nêzî Dekak bibû û jê re wiha gotibû, “Hişê xwe bidin serê xwe; evder axa Komara Tirkiyeyê ye, hûn nikarin li vê derê bi kurdî biaxivin”.

Sendîkayan êriş şermezar kiribû

Di serî de Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê û gelek saziyên pîşeyî êrişa li hemberî Maşallah Dekak şermezar kiribû û xwestibûn êrîşkar bê cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst