Berdevka HEDEPê: Serlêdanên berbijêriya şaredariyan dest pê dikin

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Ayşegul Dogan Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HEDEPê Ayşegul Doganê ragihand ku serlêdanên berbijêriyê yên partiya wan ji bo hilbijartinên xwecihî roja duşemê dest pê dikin.

Berdevka Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê doh li ser hesabê medyaya civakî ya Partiya xwe yê “HEDEP Kurdî” vîdeoyek belav kir.

Ayşegul Doganê tê de behsa proseya serlêdanên hilbijartinên xwecihî û kar û xebatên partiya wan ên derbarê wan hilbijaertinan de kir.

Doganê ragihand ku proseya serlêdanên partiya wan a ji bo  berbijêriya hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an roja 27ê Çiriya Paşîna 2023yan dest pê dikin.

“Armanca me ya sereke şaredariyan ji destê wan derxin”

Ayşegul Doganê amaje bi siyaseta qeyûman da ku ev 2 serdem in li ser şaredariyên HDPyê tên danîn û got:

“Proseya hilbijartinên xwecihî dest pê kir û ev ji mêj ve ye em li ser kar dikin.

Armanca me ya sereke ew e ku em destpêkê wan şaredariyên xwe yên ku dest bi ser de girtine ji dest wan derxin.”

“Em dê van qeyûman wiha bişînin ku dê careke din nikaribin vegerin”

Berdevka HEDEPê di beşeke din a axaftina xwe de wiha anî ziman:

Di van  hilbijartinên herêmî de divê em destkeftên xwe mezin bikin.

Em ji îro de dest pê bikin û heta 31ê Adarê bi dil û can b kar bikin û van qeyûman bişînin.

Em dê van qeyûman wiha bişînin ku dê careke din nikaribin vegerin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst