Li Qamişloyê biryara bihakirina mazotê hat protestokirin

25-09-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Qamişloyê biryara bihakirina mazotê hat protestokirin
Li Qamişloyê biryara bihakirina mazotê hat protestokirin
Nîşan Qamişlo Bihakirina Mazotê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanên xelkê yên li hemberî bihakirina mazotê berdewam in.

Li Qamişloyê biryara bihakirina mazotê di roja şeşemîn de jî hat protestokirin.

Akadîmisyen û şirovekarê siyasî, Şivan Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, biryara bihakirina mazotê bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya xelkê kiriye.

Herwiha Îbrahîm ji Rêveberiya Xweser xwest ku guh bide xwestekên xelkê.

“Pêwîst e ev biryar bê hilweşandin”

Akadîmisyen û şîrovekarê siyasî Şivan Îbrahîm got:

"Ev biryar wateya guleya dawî ye di laşê xelkê de. Di rastiyê de xelkek di bin xêza perîşaniyê de dijî.

Hemû keresteyên girêdayî debara jiyana xelkê, mîna çandinî, çûn û hatina dibistanan, karûbarên bazirganiyê, debara jiyana rojane ya xelkê û dabînkirina kelûpelên jiyana rojane hemû girêdayî nirxê mazotê ne.

Lewra nirxê her tiştî wê bilind bibe û dê xelk nikaribe pêwîstiyên xwe dabîn û cîbicî bike.

Pêwîst e ev biryar bê hilweşandin û Rêveberiya Xweser guh bide daxwazên xelkê."

Ji bo hilweşandina biryara bihakirina nirxên sotemeniyê, li bajar û bajarokên Girkê Legê, Minbic, Kobanî û Dêrikê jî xwepêşandan hatin kirin.

“Divê Rêveberiya Xweser berjewandiyên milet li ber çavan bigire”

Nivîskar Perwer Mîdî li ser mijarê wiha axivî:

“Ev jî nameyeke xurt e ku xelk dikare dûrî nakokiyên siyasî daxwaza mafên xwe bike.

Nameyek e ji bo Rêveberiya Xweser ku divê daxwaz û berjewandiyên milet li ber çavan bigire û biryarên wê jî li gorî berjewendiyên xelkê bin.

Heta niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ti pêwendiyek bi van çalakvanan re nehatiye kirin.

Em hêvî dikin di rojên bê de ev biryar were rawestandin û ev alozî bi dawî bibe û ev made were peydakirin.”

Rêveberiya Xweser, 17ê Îlonê sotemenî ji sedî 400 biha kiribû.

Bi vî awayî bihayê mazotê ji 525 lîreyan gihişte 2 hezar û 300 lîreyî.

Herwiha bihayê mazota azad jî ji hezar û 700 lîreyî gihişte 4 hezar û 600 lîreyî.

Ji 18ê Îlonê heta niha li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji ber bihakirina mazotê xwepêşandanên nerazîbûnê berdewam in.

Rêveberiya Xweser jî heta niha derbarê kêmkirina nirxê mazotê ti guhertin nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst