Li Qamişloyê nexweşxaneyek hat vekirin: ‘Êdî pêwîst nake ku nexweş biçin Şamê’

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Nexweşxaneya Sûriyeyê ya Pisporiyê îro bi fermî dest bi kar kir.

Rêveberekî Nexweşxaneya Sûriyeyê ya Pisporiyê Dr. Menal Mihemed beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rêveberê Nexweşxaneya Sûriyeyê ya Pisporiyê Dr. Menal Mihemed ragihand:

“Li nexweşxaneyê pisporiya hemû nexweşiyan heye, weke neştergerî, nexweşiyên jinan û jidayikbûn, zarok, emeliyata dil û gelek cureyên din ên nexweşiyan dê 24 saetan vekirî bin.”

Dr. Menal Mihemed destnîşan kir ku dermanxaneya nexweşxaneyê jî heye û ew jî 24 saetan vekirî ye.

Nexweşxaneya Sûriyeyê ya Pisporiyê 110 textî li xwe digire û hemû neştergerî tê de tên kirin.

Dr. Menal Mihemed anî ziman êdî pêwîst nake ku biçin nexweş Şamê yan jî Herêma Kurdistanê.

Dr. Menal Mihemed diyar kir ku xizmetguzariyên hawarçûnê bê pere ne û ji bo her nexweşekî, kesek dikare bi nexweş re be û serdan qedexe ne.

Dr. Menal Mihemed li ser nexweşxaneyê got:

“Em dikarin emeliyatên giran jî bikin û tenduristiya welatiyan baş bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst