Nerazîbûn û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şeva heştan de berdewam bûn

25-09-2022
RÛDAW
Wêne Reuters
Wêne Reuters
Nîşan Jîna Emînî Rojhilatê Kurdistanê Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşanderên bajarê Sineyê li beramberî hêzên ewlekariyê sekinîne û sloganên “Neman bo diktator” bilind dikin.

Ji derveyî Rojhilatê Kurdistanê, li Tehran û çend bajarên din ên Îranê jî xwepêşandan di şeva xwe ya heştan de berdewam bûn. Hêzên emnî dest bi pêleke berfireh a desteserkirina xelkê kirine, li Merîwan mal bi mal digerin.

Li gorî Rapora Mafên Mirov a Kurdistanê, di nerazîbûnên Rojhilatê Kurdistanê de 17 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane û 435 jî birîndar bûne. Herwiha 570 kes jî hatine desteserkirin.

Termê 4 xwepêşanderan nedane malbatên wan.

Ev kêliyên veşartina termê Reza Şahperînya ye li Kirmaşan. Piştî sitandina soznameyê, termê wî radestî malbatê hatiye kirin.

Li gor televîzyona Îranê dibêje heta niha 41 kesan canê xwe ji dest dane, tê gotin ku 35 ji van xwepêşander in. Lê berpirsên Îranê kuştina xwepêşanderan nagrin ser milê xwe.

Fermandarê Polîsê Îranê Husên Eşterî dibêje “Ew kesên tûndûtîjî li beramberî xelkê kirine, kesên bi çekên sar û germ canê xelkê kirine armanc, bi bê dudilî em dê li dijî wan rawestin.”

Xwepêşandanan piştî mirina bi goman a Jîna Emînî destpê kir, malbata wê polîsên exlaqî yên Îranê wek kujerê keça xwe dibînin. Lê berpirs vê yekê red dikin.

Sekreterê Partiya Neday Îraniyan Şehabedîn Tebatebayî got "Keçek zindî çûye hundir, bi van cilên ku ti pirsgirêkeke wan nîne, lê canjidestdayî derketiye derve! Kesek nîne daxwaza lêborîneke sade bike?, Serokê Polîsê Tehran vê wek pira Sîratê dibîne. Bira pira Sîratê li vir e."

Piraniya kesên navdar piştgiriya xwepêşandanên vê carê dikin. Jenyarê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Keyhan Kelhûr dibêje “Li her cihekî sazê bijenim, ewder dika xelkê azadîxwaz ên Îranê ye. Ew ji hunermendan daxwaz dike ligel xelkê bin û hewl bo yekgirtinê bidin.”

Yekgirtin bo serkeftina nerazîbûnekê ku di nav şert û mercên dijwar ên ewlekariyê de, hê jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst