Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes, li Îranê jî 9 jin hatin desteserkirin

17-08-2023
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Çalakvanên Jin Desteserkirin Îran Xwepêşandan Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes, li bakurê Îranê jî 9 çalakvanên jin hatin desteserkirin.

Her ku salvegera salvegera canjidestdana Jîna Emîniyê nêzik dibe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtin û desteserkirina xelkê jî zêde dibe.

Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafên mirovan belav kirine li bajarên Şino û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê 6 kes û li bakurê Îranê jî 9 çalakvanên jin hatine desteserkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku doh 3 şêniyên gundê Gogtepeyê yê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, biryara dadî ya hêzên ewlehiyê ya girtina wan kesan nebûye û wan hêzan negotiye ka ji ber çi tên desteserkirin.

Dîsa doh li gundê Bêmzurtê yê bajarê Şinoyê, 2 welatî hatine desteserkirin.

15ê Tebaxê jî li bajarê Mehabadê welatiyekî bi navê Hîwa Şebaheng hatiye desteserkirin.

Nayê zanîn bê hêzên ewlehiyê Hîwa Şebaheng biriye kû derê.

Herî kêm 9 çalakvanên jin hatine desteserkirin

Navenda Ragihandinê ya Çalakvanên Jin a Îranê (Bîdarzenî) jî ragihand ku doh herî kêm 9 çalakvanên jin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Gîlanê ve hatine desteserkirin.

Jinên ku hatine desteserkirin hem di çalakiyên ji bo jinan de hem jî di gelek warên din de çalak in.

Bîdarzeniyê herwiha da zanîn ku di nav wan jinan de helbestvan, grafîker û wênegir jî hene.

Heta niha nayê zanîn bê kîjan aliyê ewlehiyê, bi çi tohmete ew çalakvanên jin desteser kirine.

Herwiha behsa desteserkirina jineke din jî tê kirin û eger ev yek jî bê piştrastkirin dê hejmara jinên desteserkirî bibe 10.

Guşara li ser xwendekaran zêde bûye

Encûmena Pişeyî ya Xwendekarên Îranê bal kişande ser salvegera xwepêşandanên Jîna Emîniyê û got:

“Bi nêzîkbûna salvegera nerazîbûn û xwepêşandanan re li zanîngehên cuda guşara li ser xwendekaran zêde bûye.

Hêzên ewlehiyê bangî bi dehan xwenkadaran kiriye daku biçine navendên ewlehiyê û gef li wan hatiye xwarin.”

"Guşara li ser xizmên kuştiyan zêde bûye"

Li gorî raporên ku hatine belavkirin, guşara hêzên ewlehiyê ya li ser xizmên kuştiyên xwepêşandanên sala borî jî zêde bûye.

Hêzên ewlehiyê dixwazin xizmên kuştiyan bêdeng bin herwiha ji bo kuştiyên xwe ti merasîman li dar nexin.

Jîna Emînî

Keça Kurd Jîna Emîniyê 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da.

Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqî yên Tehranê ve hatibû desteserkirin.

Canjidestdana wê bû sedema nerazîbûnên zêde û li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatin kirin.

Di van xwepêşandanan de bi sedan kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Herwiha gelek kes hatin girtin û birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst