COLEMÊRG – Yek ji mamosteyên ji kar hate dûrxistin: Sedema dûrxistinê diyar nekirine

25-09-2022
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Nîşan Şemzînan Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Yek ji mamosteyên ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji kar hatine derxistin Beşîr Olmez ragihand ku sedema dûrxistina wan a ji kar ji bo wan nehate diyarkirin û got: “Em nizanin di sicîlame de çi heye. Ev 12 salbûn min weke mamoste kar dikir û berî 3 mehan jî ez mamoste bûm. Niha çi bû em ji kar dûrxistin, nizanim.”

Li navçeya Şemzînan a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê 18 mamosteyên ku bi girêbest ji bo kar hatibûn wergirtin û bîma (sîgorta) wan hatiye çêkirin û mektebên wan jî hatinbû diyarkirin piştî demekê ji ber sicilên xwe ji kar hatin derxistin.

Yek ji mamosteyên ku ji kar hatine derxistin Beşîr Olmez beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa mijara dûrxistina wan a ji kar kir.

Beşîr Olmez got: ““Em 10 mamoste çûn Rêveberiya Perwerdeya ya Navçeya Şemzînanê. Rêvebirê Perwerdehiya Şemzînanê Cîhat Înan diyar kir ku di çarçoveya 'lêpirsîna ewlehiyê' de em ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Wî got 'Ji me re gotin sîgorta wan qut bikin û bila ji kar bên avêtin'. Me jî pirsî çima em ji kar hatine. Ev 12 sal in ez weke mamoste kar dikim. Min di salên 2014-2015an de jî mamostetiya kurdî kir. 4 sal in ez mamostetiya polê dikim. Min got ez dixwazim îsal dersa kurdî bidim. Ez şandim Dibistana ya Gundê Garê. Min 2 rojan dersên Kurdî da. Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) di 20ê Îlonê de ji min re peyam şand û ez hîn bûm ku ez ji kar hatime avêtin. Ez heta 3 meh berê mamoste bûm. Niha çi bûye ku wan ez ji kar derxistim?”

Olmez da zanîn ku bêyî  ku sedema dûrxistinê ji wan re diyar bikin ew ji kar hatine dûrxistin û wiha pê de çû: “Ti sedem bo me nîşan nedan. Ne bi nivîskî û ne bi devkî sedemek ji bo me nîşan nedan. Em jî nizanin di sicîla me de çi dîtine û çi heye. 12 sal in ez di dibistanên dewletê de mamostetiyê dikim. Ez heta 3 meh berê mamoste bûm. Niha çi bûye ku ez ji kar derxistim? 17 hevalên me yên din jî rûbirûyê heman tiştê bûne. Hinekan nû zanîngeh qedandine. Hin ji wan 4-5 sal in dixebitin. Sicîla min heta 3 meh berê paqij bû, lê niha çêbû nizanim. Ev tşteke balkêş e. Bi rastî fiyasko ye.”

Mamosteyê ji kar hate dûrxistin eşkere kir ku ew ev 4 sal bûn weke mamosteyê polê kar dikir û îsal xwestiye dersên Kurdî jî bide, lê ev pirs derketiye holê û got: “Bi rastî ez şaş bûm, çima îsal ev pirsgirêk derxistin. Di nava hevalên ji kar hatin avêtin de mamosteyên muzîk, wêne û matematîkê jî hene. Ez tenê mamosteyê Kurdî bûm.”.

Doi berdewamiya axavtina xwe de Beşîr Olmez got: “Hinek parlamenterên hikûmetê li Şemzînanê bûn. Hin hevalên me çûn û bi wan re axivîn. Gotin dê lîsteyê ji walîtiyê re bişînin. Em du caran çûn ba qeymeqamê navçeyê lê em qebûl nekir û qet bi me re neaxivî jî. Dozger got herin serlêdana Dadgeha Îdarî bikin.  Li Şemzînanê em 18 kes in, lê bi qasî ku em dizanin Rûbarok, li navenda Colemêrgê û Geverê jî hin mamoste ji kar hatine derxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst