Li herêma erdhejê kirêya xaniyan du qat zêde bûye

25-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Civakî û Aborî ya Zanîngeha Bahçeşehirê (BETAM) ragihand ku li parêzgehên Mereş û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, piştî erdheja 6ê Sibatê kirêya xaniyan du qat zêde bûye.

BETAMê rapora meha Nîsanê ya Bazara Xaniyên Kirê belav kir. Li gor raporê, di meha Adarê de kirêya xaniyan salane %157 zêde bûye û kirêya metreçargoşeyek xaniyên kirê gihiştiye 97 lîreyan.

Kirêya xaniyan a salane li Stenbolê %127 zêde bûye, li Enqerê %199 û li Îzmirê %186.5 zêde bûye. Li Stenbolê kirêya metreçargoşeyek bi 122.2 lîre, li Enqerê kirêya metreçargoşeyek bi 77.5 lîre û li Îzmirê kirêya metreçargoşeyek bi 93.1 lîre ye.

Di rapora BETAMê de li herêmên erdhejê jî lêkolîna kirêya xaniyan hatiye kirin. Li gor raporê li hinek bajarên erdhejê kirêya xaniyan di nav du mehan de du qat zêde bûye.

Di raporê de hatiye nivîsandin: “Li Dîlokê bi rêjeya %34.6 û li Osmaniyeyê bi rêjeya %31 a zêdebûnê li gor cihên din kêm e. Ji aliyê din ve li Hatayê %79.1, li Mereşê %88.9 û Meletiyê %93.2 rêjeyên gelekî bilind in. Li van her 3 bajaran kirêya xaniyan di du mehên dawî de du qat zêde bûye.”

Di 6ê Sibata îsal de du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 pileyê rîxter ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, parêzgeha Mereşê û 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin.

Di encama wan erdhejan de, li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan hezar avahî û mal li herêmên erdhejê yan hilweşiyan yan jî zirarek mezin gihîşte wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst