Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 5 birîndar

25-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrdaxiyê ya parêzgeha Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn, di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyer derengiya şeva borî rû da. Otomobîla bi şofêrtiya Halîl Kocayê 66 salî û otomobîla bi şofêrtiya Ugur Aslanê 44 salî ku ji aliyê din dihat li ser rêya Dîlok-Nûrdaxiyê li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêr Ugur Aslan û Ahmet Aslanê di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Welatiyên bi navên Fatma Koca, Esra Koca û Ramazan Tosun û 2 kesên din ku navê wan nehat zanîn û wekî rêwî di nav otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûrdaxiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst