MÛŞ - Qeşa bi ser xwendekarekî de ket û bi giranî birîndar bû

25-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeşa Muhammed Emîr Ekîcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarê ku li dibistanê qeşa bi ser de ket bi giranî birîndar bû.

Li bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê çend roj in sermayeke zêde heye û banê avahiyan qeşa girtiye û zembelîlk çêbûne.

Li Dibistana Seretayî ya Adil Yazarê dema ku xwendekar li hewşa dibistanê dilîstin zembelîlk bi ser xwendekarê 9 salî Muhammed Emîr Ekîcî de ket û ew bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirina birêvebirên dibistanê, tîmên tenduristiyê çûn dibistanê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya li cihê bûyerê, Muhammed Emîr Ekîcî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Ji ber ku birînda wî dijwar bû tîmên tenduristiyê Muhammed Emîr Ekîcî veguhast nexweşxaneyeke parêzgeha Amedê.

Dîmenên dema ketina zembelîlkan ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên dibistanê ve hatin girtin.

Piştî bûyerê zembelîlk ji aliyê karkerên dibistanê ve hatin paqijkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst