Kompanyaya madenê goristan kola: ‘Ma wijdanê wan heye lawo?!’

25-01-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Gundiyên Darê\ Wêne: Maşallah Dekak\ Rûdaw
Gundiyên Darê\ Wêne: Maşallah Dekak\ Rûdaw
Nîşan Çinar Amed Gundê Darê Kompanyaya Madenê
A+ A-

Amed (Rûdaw)- Li gundê Darê yê navçeya Çinarê ya Amedê, kompanyaya madenê dema dest bi derxistina kevirê pomzayê kiriye, bi kepçeyan beşek ji gorên gundiyan jî hildaye.

Bi hezaran donim zozanê gundiyan ê çavkaniya ajaldariya wan bû ketiye bin xebatên madenê.

Gundiyan ji bo kompanya ji gund derkeve doz vekiriye.

Li gundê Darê ku 87 xanî û bi sedan niştecih lê dijîn, heta 8 sal berê rewşa gundiyan gelekî baş bû.

Piştî ku kompanyayê dest bi derxistina madena pomzayê kir jiyana wan tevlihev û rihetiya wan nema.

"Bi kepçeyan gorên zarokan hildan"

Mihemed Ozpinarê ji Darê ji Rûdawê re got,”Deh yazdeh gorên zarokan hildan, cihê wan tune ye. Kepçe lêxistin, xera kirin û çûn."

Gundiya bi navê Aysel Ozpinar jî got, "Kepçeyan berdidin nava erdê me, gorên me radikin. Ma wijdanê wan heye lawo?! Ka çi di erdê me de hiştine?!"

"3 zarokên min di goristanê de bûn"

Neslîhad Ozpinarê ku zarokên wê di goristanê de bûn got:

"Bi Xwedê 3 zarokên min di goristanê de bûn. Em dinêrin, em nizanin ka gorên wan li ku ne."

Muxtarê berê yê gund Nurî Ozpinar diyar kir ku ji ber ku zozan hatiye talankirin wan dev ji ajelvaniyê berdaye.

Nurî Ozpinar bangî dewlêetê kir û wiha berdewam kir:

"Ev gir bi temamî zozan bû. Bila ev xebat betal bibe. Bila nexebitin.

Eger dewletê bikira, em qebûl bûn ev der tije bibûya û heywanên me serbest lê biçêriyana."

Gundiyên Darê ji bo ku kompanya madenê ji gund derxin, derbarê kompanyayê doz vekiriye.

Li gorî parêzera gundiyan eger destwerdaneke polîtîk çênebe, ew dê di vê dozê de bi ser bikevin.

Ji ber ku maden hem zererê dide çandiniyê û hem jî dide tenduristiya gundiyan.

“Dê heywan û însanên gund jî zererê bibînin”

Parêzera gundiyan Şukran Akinê jî diyar kir ku maden zererê dide tenduristiyê û got:

"Mehên buharê çandiniya gundiyan zererê dibîne. Qelîteya berhemên wan gelekî dikeve.

Endezyarê hawirdorê jî got ava binê erdê zererê dibîne. Çend salên din mirov û heywan dikarin zererê jê bibînin û nexweş bikevin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenkê jî mijara madena pomzayê bi pêşniyarpirsê bir Parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst