Li 5 cihên rêya Colemêrg-Wanê aşût çêbû

25-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 cihên cuda yên li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê  aşût çêbû û rê hat girtin. Ew rê piştî xebata 1 demjimêrê careke din bo çûn û hatinê hat vekirin.

Li gor zanyariyan îro 25ê Çileya 2022ê li 5 cihên cuda yên rêya sereke ya  Colemêrg-Wanê aşût hat ser rê û herdu aliyên rê bi temamî girt.

Li ser agahdarkirinê, Tîmên Rêveberiya Rêyên Bejayî çûn cihên ku rê hatine girtin û di encama xebata 1 demjimêrê de  careke din rê ji çûn û hatina welatiyan re vekirin.  

Welatiyên ku bi otomobîlên xwe li ser rê asê mabûn piştî vekirina rê careke din li ser rêya xwe berdewam kirin.

Şofêrê bi navê Murat Aslan diyar kir ku di encama çêbûna aşûtê de ew bo demekê di rê de maye û ji bo vekirina rê spasiya tîman dike.

Şofêr Murat Aslan got: “Wek ku hûn dibînin aşût çêbûye. Hevalên şofêr mexdûr dibin. Xwedê ji tîman razî be ev ji sibe ve ye hewil didin û rê  vekirin. Ez spasiya we û wan dikim.”

Pêla barîna berfê ku Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Di encama barîna berfa zêde rêyên   bi hezaran gund û navçeyên Bakurê Kurdistanê tên  girtin.  Li gor zanyariyên Saziya Keşnasiyê dê daketina pileyên germê û barîna berfê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê berdewam be. Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst