Kûçikekî zarokekî 10 salî kuştibû: Xwediyê wî hat berdan

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Emîr Mete Durna Wan Kûçik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, kûçikekî êrişî Emîr Mete Durna yê 10 salî kir û ew kuşt.

Li gorî îdiaya ku xwediyê kûçikê H.K. ji şaredariya Wanê re ragihandiye ku kuçikê wî êrişî xelkê kiriye lê nehatine kûçik nebirine.

Li dadgeha Wanê, rûniştina doza H.K. yê xwediyê kûçikê hat dîtin û 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Dema ku H.K. di girtîgehê de maye li ber çav hatiye girtin û biryara berdana wî hat dayîn.

“Şaredarî kûçik negirt”

H.K. di îfadeya xwe ya li dadgehê de wiha got:

“Min beriya êrişê 4 rojan kûçik anîbû. Min ji şaredariyê re ragihand û got kûçik êrişker e lê nehatin kûçik nebirin.

Berpirsyarên bûyerê, Şaredariya Mezin a Wanê ye. Ez daxwaz dikim ku bême berdan.”

Tewanbar H.K. hat berdan

Heyeta dadgehê 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li H.K. birî. Ango dema ku di girtîgehê de maye li ber çavan hat girtin û biryara berdana wî hat dayîn.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Wanê, 30ê Kanûna Paşîn kûçikekî êrişê zarokên ku di hewşa sîteyê de dilîstin kir.

Di encama êrişê de Emîr Mete Durnayê 10 salî bi giranî birîndar bû.

Emîr Mete yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li ser bûyerê xwediyê kûçikê H.K. hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst