Çekdar li Efrînê perçeyên kevnar talan dikin

24-09-2023
Nîşan Efrîn Talan Cihên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê Efrînê çekdar bi berdewamî li cihên dîrokî perçeyên kevnar talan dikin.

Partiya El-Wehdeyê ya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (Yekîtî) ragihandiye ku li gundewarê nahiyeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê,  çekdarên Hemzatê ji 9ê Îlonê ve careke din dest bi kolanê kiriye.

Yekîtiyê da zanîn ku grûpa Hemzatê ya bi fermandariya Seyf Bûlad careke din li derdora girê Birc Ebdalo yê şûnwarî, li nav zeviya çandiniyê ya welatiyê Kurd, Hese Osman Osman bi amêrên mezin dest bi kolanê kiriye.

Li gorî zanyariyan, mebest ji wê kolanê ew e ku çekdar parçeyên şûnwarî ji wî girî derxin û talan bikin.

Çekdarên grûpa bi navê Hêzên Taybet a bi fermandariya Ebdula Helawe salên 2019 û 2021ê jî du caran ev gir kolabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst