Li Amedê kirêya xaniyan di salekê de derdora ji %100 zêde bû

24-09-2021
RÛDAW
Nîşan Emlak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza aborî ya Tirkiyê di hemû waran de reng vedide û her ku diçe barê welatiyên Tirkiyê û Bakurê Burdistanê zêde dike. Yek ji wan barên sereke jî kirêya xaniyan e ku niha li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê nirxê wê her ku diçe zêde dibe. Bi awayakî li wê parêzgehê li gor sala derbasbûyî,  îsal kirêya xaniyan  derdora ji %100 zêde bûye û ev yek  jî di warê aborî de  bandoreke xirab li kesên ku dixwazin xaniyan kirê bikin, dike.

Enes Akdemir, Şêwirmendê Emlakê, dibêke, “Bo nimune xaniyekê ku sala derbasbûyî bi 1000 lîreyan hatiye kirêkirin, niha derdora 1800-2000an de  bi kirê tên dayîn. Mixabin em nêzîkî  ji sedî sed zêdebûnekê  dibînin. Ev yek bi awayekî cidî welatiyan xwendekar û karmendên ku li xaniyan digerin mexdur dike.”

Li gor ku  şêwirmendên emlakê dibêjin niha li Amedê pêwîstî bi  15-20 hezar xaniyan heye. Çênekirina xaniyên pêwîst jî bûye sedem ku li vê parêzgehê nirxê xaniyan û kirêya wan zêde bibe.

Enes Akdemir, Şêwirmendê Emlakê, dibêje, “Bi taybetî di demên dawî de venekirina qadên nû yên îmarê bû sedem  ku xaniyên nû neyên çêkirin. Di encamê vê yekê de jî xwestekek zêde di vî warî de çêbû. Em dibînin ku bi vê yekê jî bihayê xaniyan zêde bû û bi bihabûna nirxê xaniyan jî, gel berê xwe dan xaniyên kirê û nirxê kirê jî zêde bû.”

Helbet ne tenê  kirêya xaniyan herwiha kirêya  kargehan  û dikanan jî bi heman awayî  li Amedê zêde bûye. Kasibkar û xwediyên dikanan ku bi taybet di serdema Coronayê de gelekî zerermend bûne jî  gazinan ji vê bihabûnê dikin.

Şiyar Karaduman, Xwediyê Kargehê, dibêje, “Dixwazin kirê ji 10 hezar lîreyan bikin 20 hezar lîre. Dibêjin yan hûn dê kirê bidin yan hûn dê derbikevin. Di rewşek wiha de em bê çare ne nikarin tiştekî bikin."

Korkut Ali Avar, Xwediyê, dibêje, “Min sala derbasbûyî 8250 lîre didan lê îsal tevî ku hevpeymana me jî hebû  kirin 13 hezar lîre. Me derdora 300-400 hezar lîreyan mesref li vir kiriye. ji bo ku perê me vala neçe em nikarin tiştekî bibejin.”

Li gor daneyên Saziya Amaran ya Tirkiyê  TUÎKê di ji meha ji meha Tîrmehê û şûnde nirxê kirêya xaniyan ji sedî 15.78 zêdebûye. Di çarçoveya vê yekê divê xwediyên milk bi awayek yasayî, herî zêde bi wê rêjeyê nirxê kirê zêde bikin, lê niha rêjeya zêdekirina kirê  ji wê rêjeyê gelek zedetir e û reng e hêj jî zêdetir bibe.

Mehmet Emin Ozer, Şêwirmendê Emlakê, dibêje, “Eger niha tedbîr neyên wergirtin ti astengiyek ji bo bihabûna xaniyan û kirê nîne."

Li Tirkiyê sektora avahîsaziyê îsal ji ber bihabûna nirxên kelûpelên weke çîmento û demir di krîzeke kûr de ye û ji ber vê yekê  jî xaniyên pêwîst nayên çêkirin. Ev jî bivê nevê bandorê li ser bihabûna nirxê kirêya wan dike.  Li gor daneyên saziya amaran ya Tirkiyê  TUIKê di meha Tebaxê ya 2021ê de 141 hezar û 400 xanî hatine firotin û firotina xaniyan li gor sala par ji %17 kêm bûye. Herwiha firotina xaniyan di 8 mehên destpêkê yên sala 2021ê de li gor 8 mehên destpêkê yên sala 2020ê jî ji %21.7 kêm bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst