Li Amedê jin û mêrek mirî hatin dîtin

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Peyas Amed Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya ser bi navenda Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 hevjîn di mala xwe de mirî hatin dîtin ku bi çekê li wan hatiye dayîn.

Li Taxa Medya ya ser bi navçeya Peyasê ya Amedê îro Çarşemê 24ê Gulana 2023an ji ber ku agahiyek ji berpirsê xizmeta avahiyê M. Denizli yê 33 salî nehatiye girtin, berpirsên ewlekariyê hatine agahdarkirin. Piştî ku deriyê mala wan venebûye polîs ji balkonê derbasî nav malê bûne û hatiye dîtin ku M. Denizli û hevjîna wî B. Denizli ya 38 salî bi çekê hatine gulebarankirin.

Li gor lêkolîna tîmên tendirûstiyê B. Denizli li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û M. Denizli jî birîndar bûye.

M. Denizli ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargil hatiye veguhestin lê tevî hemû midexaleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Cenazeyên her du hevjînan ji bo Saziya Pizîşkî a Edlî ya Amedê hatiye şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst