HSDê êrîşî bazgehên ser çemê Feratê kir

24-04-2020
RÛDAW
Nîşan HSD Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî bazgehên qaçaxiyê li ser çemê Feratê kir.

Li gor zanyariyan ew belemên qaçaxçiyan ji aliyê hêzên HSDê ve hatin  jinav birin, ku kelûpel û mirov ji navçeyên di bin desthilata HSDê de li rojhilatê çemê Feratê ve derbasî rojavayê çemê Feratê dikirin ku ew navçe di bin destê hikûmeta Sûriyê de ye.

Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî piştîvaniya hêzên bejayî yên HSDê kirin û li ser çemê Feratê di navbera herdu bajarokên Şihêl û Bîbanê belemên qaçaxçiyan jinav birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst