2 kes li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta PYDyê hatin desteserkirin

17-08-2023
Nîşan Sirûc Kobanî PYD Desteserkirin Hincet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kes bi hinceta “endamtiya PYDyê” hatin desteserkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê dema ku “2 endamên PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeyê, "operasyon" piştî agahiyên îstixbarî hatiye kirin.

 Bi gotina medyaya fermî ya Tirkiyeyê derbarê wan 2 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst