Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê di operasyonekê de 6 kes bi tohmeta ku li ser Sûrên Amedê û firoşgehekê pankart û alên derbarê şerîetê de daliqandibûn, hatin desteserkirin.
Çend hefte berê çend kesan li ser Sûrên Amedê û avahiyên çend firoşgeh û dikanên bajêr pankart û alên ku li ser wan “Bijî Şerîet û Tewhîd” hatibûn nivîsîn, daliqandibûn.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Tîma Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê, doh li dijî wan kesan operasyonek kir.
Di operasyonê de 6 kes bi navên A.Y., M.N.Ç, Î.Z, Y.Ç, Î.Î û E.A. hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse