Ji ber ku elektrîk nîne bûk naxwaze biçe gund

24-02-2023
Ferhad Dolemerî
Ji ber ku elektrîk nîne bûk naxwaze were gund
Ji ber ku elektrîk nîne bûk naxwaze were gund
Nîşan Xebat Herêma Kurdistanê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nebûna elektrîkê bûye rêgir ku bûkeke nû biçe gundekî navçeya Xebat a Hewlêrê. Li gundê Kundekê 38 sal in elektrîka nîştimanî nîne. Li wî gundî pirsgirêka rê, şebekeya avê jî heye û dibistan lê nîne.

Mam Cebar li benda pêşwazîkirina bûka xwe ya nû bû lê diyar kir ku bûkê ji wan re gotiye ku heta elektrîk neyê ew nayê û li gundê wan najî. Mam Cebar ji ciwaniya xwe ve li gundê Kundekê dijî, niha neviyên wî hene lê gundê wî hîn jî bê elektrîk e.

Şêniyê gundê Kundekê Cebar Sedo ji Rûdawê re got, “Min îsal kurekî xwe zewicandin û me hîn bûk neaniye. Bûk naxwaze were vir ji ber ku elektrîka me nîne, gundê me bê elektrîk e, bûk were vê çolê çi bikeç? Ne av, ne elektrîk, ne mal, tiştek tune.”

Gundê Kundekê tekane gundê navçeya Xebatê ye ku ev 38 sal in elektrîk jê re nehatiye kişandin û tenê hezar û 500 metre dûrî tora elektrîka nîştimanî ye, gundî hemû jeneratorên biçûk bikar tînin.

Mixtarê gundê Kundekê Celîl Sedo anî ziman, “Ez ciwan bûm, rî û simêlên min spî nebibûn, elektrîka me tunebû. Niha rî û simêlên min spî bûne û hîn jî elektrîka me tune ye.”

Ji bo kişandina tora elektrîka nîştimanî ji bo gundê Kundekê 106 milyon dînar pêwîst e. Rêveberê dabeşkirina elektrîkê ya Xebatê Erdelan Kawês got, “Divê em projeyê li ser bûdceya %8ê elektrîkê cibicî bikin, ji ber ku bûdceya me nîne, me proje lê zêde nekiriye.”

Gundiyan rayedar ji nebûna elektrîk, rê, şebekeya avê û dibistanê agahdar kirine lê dibêjin heta niha ti bersiv nedane.

Li Herêma Kurdistanê du cor elektrîk hene ku yek ji wan a elektrîka nîştimanî, ya ku dewlet dide ya din jî elektrîka jeneratoran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst