HSDyê bîlançoya şerê rojekê eşkere kir

24-01-2025
Nîşan HSD Şer Minbic Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şerê doh eşkere kir.

Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku şervanan doh li Minbicê gelek çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên Tirkiyeyê hatine lidarxistin.

HSDyê ragihand ku di van çalakiyan de 9 çekdar hatine kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûne.

Hat gotin ku şervanan li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî çalakî li dar xistine lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye tesbîtkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku ev çalakî di çarçoveya “mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar” de hatine lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst