Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrişên li ser Bendava Tişrînê û gundên Minbicê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi sedan çekdarên Huras El Dîn ên ji Ozbekistan, Tirkistan û Çeçenistanê bi piştgiriya artêşa Tirkiyeyê êrişî herêmê kirine.
HSDyê diyar kir ku di êrişên dijwar ên li ser gundên başûr û rojhilatê Minbicê û Bendava Tişrînê de bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, îro sibê 5 dronên Tirkiyeyê, tank û panzerên nûjen êrişî gundên Etşan, Seîdîn, Xirbet Tiwên, Mihşiyet El Şêx Ubêd El Mistefa, Xirbet Zemale, Mestaha, Girê Siryatel û gundê Eloşê kirine.
HSDyê ragihand ku şervanên wan hemû êriş têk birine û bi dehan çekdar hatine kuştin.
Her wiha tankek û 2 erebeyên bi doçka ve hatine rûxandin û bi giştî 6 wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê ji bo binketina xwe veşêre, bi dron û çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û derdora wê kiriye û hin beşên bendavê zirar dîtine.
HSDyê tekez kir ku berpirsiyariya xisarên li bendavê û derdora wê li ser artêşa Tirkiyeyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse