Kê milê kekê Narînê gez kiriye?

23-09-2024
Nîşan Narîn Guran Gez Enes Guran Tiba Dadî Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rapora Tiba Dadî ya derbarê geza li milê Enes Guranê kekê Narînê hat eşkerekirin.

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Li gorî rapora Tiba Dadî Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Di encama lêpirsînê de dayîka Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 12 kes hatine girtin.

Li milê Enes Guranê kekê Narînê şûna gezekê hatibû tesbîtkirin û li ser egerên ku “wî milê xwe gez kiriye” yan “dayîka wî gez kiriye” yan jî “Narînê gez kiriye” dihat sekinîn.

Li gorî rapora Tiba Dadî xwediyê gezê “bi awayekî teqez nehatiye tesbîtkirin.”

Raporê da zanîn, “Belgeyên edlî û tibî yên Yuksel Gurana dayîka Narînê (44) û Enes Guranê kekê Narînê (18), modelên dev û diranên wan, qalibên dev û diranên wan li gel dîmen û wêneyan hatine nirxandin.”

Geza li milê rastê yê Enes 27ê Tebaxê hatiye tesbîtkirin û li gorî raporê milê wî beriya wê demê bi 3-6 (21-26 Tebax) rojan hatiye gezkirin.

Raporê ragihand ku piştî lêkolînan xwediyê gezê nehatiye tesbîtkirin û biryar bi yekdengiya lijneyê hatiye standin.

Li hêla din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku di lêpirsîna kuştina Narînê de dîmenên nû hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst