Piştî 21 rojan Rêveberiya Xweser rojnamevan Barzan Ferman azad kir

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Barzan Ferman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 21 rojan ji girtinê, rojanemvanê Kurd Barzan Ferman îro Sêşembê 23ê Tebaxa 2022an ji zîndaneke Rêveberiya Xweser hate berdan

Barzan Ferman ji Rûdawê re got, bi hewldanên saziyên piştevanîkirina rojnamevanan yên navdewletî wek Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Nûçegihanên Bê Sînor û saziyên ragihandinê yên Kurdî, hêzên Rêveberiya Xweser ew ji zîndanê berdan.

Barzan Ferman got jî, dema ku ew girtî bû derbarê karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê de lêkolîn bi wî re dihat kirin.

Berî daxistina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê di 5-2-2022 de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Barzan Ferman nûçegihanê Rûdawê bû li Rojavayê Kurdistanê, lê piştî girtina ofîsa Rûdawê ti peywendiyeke wî bi Rûdawê re nema.

Barzan Ferman roja 2ê vê mehê (Tebax) li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzeke Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin.

Piştî girtina wî her yek ji CPJ û Nûçegihanên Bê Sînor, saziyên piştevanîkirina mafên rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê girtina wî şermezar kiribûn û daxwaza azadkirina wî kiribûn.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst