Ji bo hilbijartinên Almanyayê hejmareke Kurdan xwe berbijêr kirine

23-08-2020
Ala Şalî
Ala Şalî
Dilşad Simo û Hejar Mûdir
Dilşad Simo û Hejar Mûdir
Nîşan Kurdên Êzidî Nordrhein Westfalen Encûmena Şaredariyê Encûmena Entegrasyonê
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Hejmarek ji Kurdên Êzdî û Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo encûmenên şaredarî û encûmenên xweguncandinê li Herêma Nordrhein Westfalen a Almanyayê xwe berbijêr kirine.

Du Kurdên Êzidî, Dilşad Simo û Hejar Mûdir, xwe ji bo Encûmena Entegrasyonê (xweguncandin) li bajarê Bielefeld ê Almanyayê berbijêr kirine.

Di hilbijartinên sala 2014an de lîsta Laliş ji 24 kursiyên encûmenê, yek kursî misoger kiribû. Ew bi hêvî ne hejmara kursiyên xwe bo 2 kursiyan zêde bikin, ji ber ku di heyama derbasbûyî de wek ku ew dibêjin, karên baş kirine.

Dilşad Simo, berbijêrê Kurd li ser lîsta Laliş li bajarê Bielefeldê dibêje, “Me bi sedan çalakî li vî bajarî encam dane, yek ji van çalakiyan ku gelek girîng e, gêrandina Cejna Sersalê ya Êzidiyan ku li vê derê tê encamdan , gelek xelk tln û zldetir ji 3500 ta 4000 hezar kesan dibin. Girînge kursiya me hebe li şaredariyê.”

Kurdên Êzidî wek sêyem mezintirîn netew li bajarê Bielefeldê tên hejmartin û nêzikî 10 hezar kes dibin. Herdu berbijêr jî bihêvî ne dengên zêdetir ji hilbijartinên derbasbûyî bi dest bixin û bu zêdekirina hejmara kursiyên xwe bo du kursiyan bigihine armancên zêdetir.

Hejar Mudîr Dihud, berbijêrê duyem li ser lîsta Laliş, dibêje, “Armanca me ew e ku li gel Navenda Rewşenbîrî ya vî bajarî hemahengiya me ya baş hebe û herwiha kursiya zimanê Kurdî bi fermî bo zarokên Kurd, mafên jin, xwedîderketina li meseleyên civakî bi rêya encûmena entegrasyonê bi dest bixin.”

Nêzikî 88 hezar biyaniyan li vî bajarî mafê dengdanê heye, ew kesên tenê mafê penaberiyê ne, nikarin deng bi berbijêrên Encumena Şaredariyê bidin, lêbelê mafê wan ê dengdanê bi berbijêrên Encumena Entegrasyonê heye bi mercê ku temenê 16 saliyê temam kiribon û ji 3 mehan kêmtir nebe ku li wî bajarî dijîn.

Ji ber hebûna hejmareke zêde ya netewên ciyawaz li Almanyayê, sala 1971an li hinek şaredariyan biryar hat dayîn ku nûnerên biyanî di nav şaredariyan de hebin. Li hemû şaredariyên Almanyayê encûmenek bi navê Encûmena Xweguncandê heye ku 5 salan carekê tê hilbijartin û ji bo pirsên yeksanî, mafên mirov, çareserkirina pirsgirêkên koçber û xweguncandinê, endamên wê li gel berpirsên encûmenên şaredariyan giftugo dikin û bi hev re li ser pirsa koçberan biryar didin.

Li bajarê Munster jî 46 hezar biyaniyan mafê dengdanê heye û ji sala 1994an ve Encûmena Xweguncandinê hat pêkanîn û 18 kursî hene. Lêbelê heta niha Kurd di wê encûmenê de nê nûner in, lê bo hilbijartinên dahatûyê 12 Kurdên vî bajarî xwe berbijêr kirine û lîsteyeke Kurdistanî bi navê Arşe Nuh ji bo Aştî û Demokrasiyê ragihandine.

Jînda Betê ku xelka Qamişlo ye dibêje, “Ji sala 1994an ve li vî bajarî hilbijartina Encûmena Entegrasyonê heye lê heta niha ti Kurdekî nûner li vê encûmenê nîne. Ez bi hêvî me dengê Kurdan bigihije encumena entegrasyonê ji bo ku Kurd bikarin serbikevin û maf hebin li vî bajarî.”

Nadir Noxatî, berpijêrê Kurd li bajarê Munster, diyar dike, “Em dixwazim wek lîsta Kurdistaniyan bikevin nav şaredariya Munsterê ku bikarin piştevaniya revenda Kurd bikin di aliyê çand, ziman û kiltur û heta bikarin li gel milet û xelkê din bikin ku bikarin jiyana hemû xelkê li vî bajar bihêztir û baştir bikin.

Di hilbijartinên şaredarî û encûmenên entegrasyonê li Herêma Nordrhein Westfalen a Almanyayê de li piraniya bajaran berbijêrên Kurd li ser lîsta taybe a Kurdistaniyan xwe berbijêr kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst