Li Îranê 4 polîs hatin kuştin

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Sîstan û Belûçistan Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê di êrîşeke çekdarî de 4 polîs hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Navenda Ragihandina Polîsên Sîstan-Belûçistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polêsên trafîkê yên ku li ser rêya Haş-Teftan nobetê digirtin hatine gulebarankirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di bûyerê de 4 polês hatine kuştin û agahiyên berfireh wê paşê bên parvekirin.

Li aliyê din di daxuyaniya Serdozgeriya Zahîdanê de hat diyarkirin ku ji bo girtina kiryaran xebat berdewam dikin.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê jî ragihand komeke ku ji 4 kesan pêk tê li başûrê rojhilatê vî welatî hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst