Li Îranê êriş: Gelek kuştî hene

04-04-2024
Nîşan Îran Sîstan û Belûçistan Ceyşul Edl Êriş Kuştî Birîndar Gezîcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Raskê yê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, êrişî du baregehên leşkerî hat kirin.

Li gorî IRNAyê, di van êrişan de ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 5 kes hatine kuştin.

Alîkarê Wezîrê Ewlehiyê yê Îranê Seyîd Mecîd Mîrehmedî ragihand ku 8 êrişkar jî hatine kuştin.

Li hêlan din, grûpa bi navê Ceyşul Edl da zanîn ku wan ên êriş pêk anîne û li nêzîkî Nexweşxaneya Îmam Elî jî 10 kes ketine kemîna wan.

Heta niha aliyên Îranê li ser vê çalakiya nêzîkî nexweşxaneyê ti daxuyanî nedaye.  

Ceyşul Edl grûpeke Sunî ye, dibêje ku ji bo mafên Beluçiyan têdikoşe.

Ceyşul Edl bi taybetî li başûrrojhilatê Îranê, li ser sînorê Pakistanê gelek caran êrişan encam dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst