Cotkarên Duhokê ji hikûmetê dixwazin ku genimê wan werbigire

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Cotkar Wergirtina Genim Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên parêzgeha Duhokê ji ber ku hikûmetê genimê wan wernegirtiye li ber avahiya Parêzgariya Duhokê kom bûn. Piştî ku cotkarên Duhokê bi Cîgirê Parêzgarê Duhokê re civiyan, gotin soz dane wan ku hemû genimê wan bêne wergirtin.

Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih li ser wernegirtina genimê cotkaran destnîşan kir ku Encûmena Wezîran gavên pêwîst avêtine ku berhemên cotkaran bê wergirtin.

Serpereştyarê Sayloyên Duhokê jî li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku wan 2 name ji Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê re şandine ku genimê cotkaran werbigirin û ew li benda bersivê ne.

Serpereştyarê Sayloyên Duhokê Nazim Ertûşî diyar kir berhemê ku Iraqê diyar kiribû 125 hezar ton bû hatiye wergirtin û her ji destpêkê beşeke zêde ya cotkarên Duhokê bêpar mane.

Îsal li Duhokê 400 hezar ton berhemê genimê cotkaran heye û niha ji sedî 71ê berhemê wan maye ku nehatiye wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst