Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genimê cotkaran kir

30-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Wergirtina Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina çinîna genim li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genimê cotkaran kiriye. Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser biryar da ku êdî berhema genim ji cotkaran werbigire.

Navendên destnîşankirî, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji roja Yekşemê, 28ê Gulanê ve, dest bi wergirtina berhema genimê cotkaran kiriye.

Li 13 navendên wergirtinê, Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser  dest bi wergirtina berhema genim kiriye.

Navendên ku genim lê bên wergirtin ev in:Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Birûc, Til Elo, Gir Ziyaret, Tirbe Spiyê, Til Meirûf, Gebeka, Hittîn, Amûdê, Til Hecer û Sebah El-Xêr.

Roja 09ê Gluanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxê kirîna yek kîlograma berhema genim ji cotkaran, bi 43 sentan destnîşan kiribû.

Desteya Çandinî û Avdaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 28 navend li hemû navendên xwe amade kirine, ji bo wergirtina berhema genim ji cotkaran. Ew navend dikarin 850 hezar ton genim li xwe bigirin.

Hevserokê Desteya Abûriyê ya Rêveberiya Xweser, Şewqî Mihemed ragihandibû ku tê pêşbînîkirin berhema genim a îsal, 2023yan, li navçeyên Rêveberiya Xweser bigihêje nêzî 1 milyon ton genim.

Sala 2022yan jî, berhema genimê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû wergirtin nêzî 400 hezar ton genim bû.

Ev yek di demekê de bû ku pêwîstiya navçeyên Rêveberiya Xweser bi bêhtirî 600 hezar ton genim hebû, ango nêzî 200 hezar ton genim kurthanîn di genim de hebû. Lê îsal berhema genim bi qasî 400 hezar tonî bêhtirî pêdiviya wan navçeyan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst