Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji berfê rêyên 48 gundan hat girtin.
Li hinek bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê roja 21ê Adarê berfê dest pê kir û welatî di jiyana rojane de rûbirûyê zehmetiyan dibin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li parêzgehê ji roja Şemiyê ve berf dibar û rêyên 48 gundan hatiye girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.
Li navçeya Artemêtê ya Wanê jî stûriya berfê 4 santîmetre derbas kir û dar û berd û xanî bi berfê spî bûn.
Li Bêdlîsê rêyên 100 gundî hatin vekirin
Li aliyê din, li parêzgeha Bêdlîsê jî roja Îniyê berfê dest pê kir û rêyên 100 gundan hatin girtin.
Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bêdlîsê Umit Kurtkan ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêyên 100 gundan hatibû girtin û di encama xebatan de hemû rê ji hatûçûnê re hatin vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse