HUDA PAR alîgirên xwe ji bo hilbijartina dersa Kurdî teşwîq dike

29-01-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
HUDA PAR alîgirên xwe ji bo hilbijartina dersa Kurdî teşwîq dike
HUDA PAR alîgirên xwe ji bo hilbijartina dersa Kurdî teşwîq dike
Nîşan HUDA PAR Dersên Kurdî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêhnvedana dibistanan a 15 rojan bi dawî dibe.

Dibistan 5ê Sibatê vedibin lê heta niha jî pêvajoya serlêdana dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dest pê nekiriye.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ji bo ku alîgirên xwe han bide ku dersên Kurdî hilbijêrin li saloneke mezin a navenda kongreyê panelek li dar xist.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli diyar kir ku ew dê hewl bidin îsal 100 hezar zarokên Kurd dersên Kurdî yên bijarte hilbijêrin.

“Em dê li zimanê xwe xwedî derkevin”

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got:

“Îro îmkaneke me yê wiha heye ku di perwerdeya dewletê de jî zarokên me dikarin van dersên xwe bibijêrin û fêrî zimanê xwe bibin.

Madem ev îmkan îro di destê me de heye, em îro vê îmkanê ji destê xwe bernedin. Gav bi gav em dê li zimanê xwe xwedî derkevin.

Îro em bi rêya panelekê li vir civiyane. Înşalah ev xebata me dê ji temamê siyasetmedaran re jî bibe mînak.”

Cara yekemîn e ku partiyeke siyasî ji bo dersên bijarte yên Kurdî panelekê li dar dixe.

Li gorî çalakvanên zimanê Kurdî divê ev xebat bi HUDA PARê bi sînordar nemîne û hemû partiyên Kurdan xwe bidin binê vî barî.

"Bar li ser pişta hemû partiyên Bakur e"

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî anî ziman:

“Bar li ser pişta hemû partiyên Bakur e. Bila DEM Partî jî bila HAKPAR jî bila PSK jî bila Partiya Komunist a Kurdistanê jî û bila hemû partiyên Kurdan ên siyasî mil bidin binê vî barî.”

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê par 20 hezar zarokî dersên Kurdî hilbijartin.

Heger hejmara zarokên ku dersên Kurdî hildibijêrin îsal li gorî salên berê qat bi qat zêdetir bibe wê çaxê dê li gelek dibistanan mamosteyên Kurdî bêne erkdarkirin. Ev yek dê bazara Kurdî xweştir û geştir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst