10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Festîvala Şanoyê ya Amedê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanogerên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 10emîn Festîvala Şanoya Amedê ya ku ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve tê organîzekirin, dê di 25ê Nîsanê de dest pê bike.

10emîn Festîvala Şanoya Amedê bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê organîzekirin, dê di navbera 25ê Nîsan û 4ê Gulanê de bê lidarxistin.

Di festîvala ku dê 9 rojan bidome de lîstikên Tirkî, Kurdî, Soranî û Ermenî û dê xebatên atolyeyan jî hebin.

Komên Şanoyê yên ji Silêmanî, Seqiz, Sine, Stenbol, Mêrdîn û Êlihê tên dê li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê, performansa bêplansazkirî ya bi navê Deriyê Navdariyê û li Şanoya Bajarê Amedê bên pêşkêşkirin.

Resepsiyona Festîvalê

Festîval, dê roja 25ê Nîsanê saet 19:00an de bi resepsiyonekê li Qesra Cemîlpaşa bê vekirin.

Di resepsiyonê de, dê performansa dansê ya bi navê "Palma" ku zimanê gerdûnî yê dansê bi çîroka dîtbarî re dihûne, bê pêşkêşkirin.

Serhat Kural koreografiya muzîkên Palmayê kiriye û lîtikvanên wekî ciwan Ay Çakir, Ceren Sezgî Çopur, Duru Yilmaz, Derîn Agma, Gîzem Yalman, Îpek Ozgen, Nazli Denîz Mercan û Rayna Keleş dê derkevin ser dikê.

Festîval bi lîstika Romeo û Julietê dest pê dike

Lîstika vekirinê ya festîvalê dê lîstika bi navê Romeo û Juliet (Niha Çawa ye?) be ku ji aliyê DBŞTyê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Ruknettin Gun ve hatiye derhênan.

Di lîstikê de ku pêşandana wê ya yekem dê di 26ê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê bê çêkirin, Omer Şahin, Elvan Koçer, Ozcan Ateş, Nurşen Adiguzel, Perinaz Delazy û Sena Ozbey rol digirin.

Di 27ê Nîsanê de, lîstika bi navê Deriyê Navdariyê ya Îstanbulimpro ku performansa bêplansazkirî dike, dê li Şanoya Bajarê Amedê, saet 20:00an de bê nîşandan.

Stêrkên lîstikê ku bi awayekî înteraktîf tê lîstin, dê temaşevan bin. Lîstikvanên Îstanbulimpro Zeynep Ozyurt Tarhan û Koray Tarhan dê temaşevanan vexwînin seyraneke pir sînematîk, gelekî şahî û bi surprîz.

Deriyê Navdariyê lîstikeke bêhempa û nebiguher e ku li pey macerayan e ku di nav klîşeyan, rewşên naskirî, karakterên nas, cureyên fîlman de nayên pêşbînîkirin.

Dilê Min li Çiyan e

Di 28ê Nîsanê saet 15:00an de, lîstika bi zimanê Ermenî ya bi navê My heart is in the mountains (Dilê Min Li Çiyan e) ku William Saroyan nivîsiye û ji aliyê Hangardz ku komeke şanoyê ya serbixwe ye hatiye amadekirin, dê bê lîstin. L

îstik ku ji aliyê Tara Demircioglu û Yegya Akgun ve hatiye derhênan; temaşevanan vedixwîne ku li ser têgehên wek reh, ax, bîr, aîdîyet û hesretê bifikirin. Lîstik, bi karakterên xwe yên ku hev bi dilovanî qebûl dikin, bi zimanekî gelekî nazik têkoşîna hebûnê ya ku bi hev re tê meşandin li bajarekî çandê ku hewl tê dayîn ku ji her aliyî ve bê bîrkirin, tîne bîra mirov.

39 û Nîv Pêlekan

Heman rojê saet 20:00an de, lîstika bi navê 39 Buçuk Basamak (39 û Nîv Pêlekan) ku ji aliyê Adam Tiyatro ve hatiye sahnekirin, dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Lîstika ku ji aliyê Oguz Utku Guneş ve hatiye derhênan li Stenbolê di salên pêşîn ên Komara Tirkiyeyê de derbas dibe.

Nivîskarê Skotlandî John Buchan ê ku nû dest bi nivîskariyê kiriye, ji bo ku li ser romana serpêhatiyê ya ku dê binivîse bixebite, li Otêla Pera Palas bi cih dibe lê nizane ku dê di şeveke cejnê de ku beşdarî şahiyên Fesxaneyê dibe, bibe gumanlêkiriyê sereke yê bûyereke cinayetê û ji aliyê zabit, casûs û xofiyanan ve dê lê bê gerîn. Serpêhatiya ku ew li pey e digere bi pey wî ketiye.

Ustad Shakespeare

Di 29ê Nîsanê de, lîstika Koma Hunera Performansê ya Bogaziçiyê (BGST) ya bi navê Ustad Shakespeare (Hoste Shakespeare) dê li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê saet 15:00 û 20:00an de wek matîne/suare bê nîşandan.

Rêwîtiyeke li cîhana William Shakespeare ya helbestvan, lîstikvan û şanoger tê kirin. Ev pêşandan ku bi sahneyên ji berhemên nemirî yên hosteyî hatine xemilandin, bi taybetî ji bo temaşevanên ciwan, firsendekê pêşkêş dike ku Shakespeare re nas bibin.

Xizmetkar

Lîstika bi navê Las Criadas (Xizmetkar) ku ji aliyê Moda Sahnesi ve hatiye sahnekirin, dê di 30ê Nîsanê de bi temaşevanan re be.

Xizmetkar ku  li ser bingeha bûyera Xwişkên Papin nivîsandiye ku di sala 1933an de li Fransayê qewimiye û xwişkan xanima malê ya ku lê wek navmalî dixebitin kuştiye li dora planekê teşe digire ku du jinên navmalî dixwazin xanima mal a ku şefê wan e bikujin.

Lîstik, lêkolîneke kûr e li ser cudahiyên çînî, têkiliyên desthilatiyê, rexneya nasnameyan û pergalê pêşkeş dike. Di lîstikê de ku ji aliyê Kemal Aydogan ve hatiye derhênan; Yilmaz Sutçu, Kerem Firtina û Dilan Duzguner rol digirin.

Di 1ê Gulanê dê lîstika bi navê Kela Dimdime ya Şaneşîn Performansê ya şanogerên Mêrdînê bî sahnekirin.

Di 2yê Gulanê de jî dê lîstika Bekoyê Ewan a Yeni Sahne ya Batmanê bê nîşandan.

Dema ku lîstika bi navê Rutbun a Şanoya Goran a ku ji Silêmaniyê tê bi zimanê Soranî bê sahnekirin, dê lîstika bi navê Chonour a Akademîya Huner a ji Sineyê ku beşdarî festîvalê dibe, bê temaşekirin.

Lîstika girtina festîvalê ya di 4ê Gulanê de jî dê Piromte Le Zincîrda ya Bertevg a Kargeha Şanoya Human a ku ji Seqizê tê be.

Dê kargeh bên çêkirin

Di festîvalê de dê herwiha xebatên kargehan jî bên çêkirin. Kargeha Sureyya Karacabey a "Nivîsîn ji bo sahneyê" dê di 26-27ê Nîsanê, saet 11:00an de li Navenda Çand û Kongreya Çand Amedê bê çêkirin.

Kargeha performansa improvîzasyonê ya Koray Tarhan jî dê di 28ê Nîsanê, saet 10:00an de bê çêkirin.

Kargeha Rejîsoriya Şanoyê ya Mizgin Bilmen jî dê di 2yê Gulanê, saet 11:00an de li salona civînê ya Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst