Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bi minasebeta 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) diyar kir ku îro ji bo rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ye.
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat di daxuyaniya xwe de got, ;Rojnameya Kurdistanê 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreya Misirê dest bi weşana xwe kiriye û ji wê rojê ve 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê bibîranin û pîroz kirin.”
“Rojnamegeriya Kurdî cihêreng bûye”
Di berdewaiya daxuyaniyê de amaje bi girîngiya rojnameyê hat kirin û wiha hat gotin:
“Ev ne tenê rojnameyek e, di heman demê de ev mînaka yekem a hewldana civakekê ye ku xwe bi zimanê xwe îfade bike û mafê bidestxistina agahiyan û weşana bi rêkûpêk bike.
Her çend ev rojname ji çar rûpelan pêk dihat û li derveyî welêt dest bi weşana xwe kiribe jî, di dîroka çapemeniya Kurdan de weke qonaxeke girîng hatiye bibîranîn.
Rojnamegeriya Kurdî jî wek hemû zimanan di nava 127 salan de di gelek qonaxan re derbas bûye.
Bi pêşketinên teknolojiyê re, weşangeriya Kurdî jî xwe nûjen kiriye û dest bi weşangeriya dîjîtal kiriye, weşanên pirzimanî berbelav bûye û bi dest xistina amûrên nû yên medyayê îro ev qad pir cihêrengtir bûye.
Di roja me ya îro de medyaya Kurdî bi ajansên nûçeyan, qanalên televizyonan, rojname, platformên dijîtal û bi rojnamegerên jîr û jêhatî li Tirkiyeyê û li gelek deveran xebatên xwe didomînin.
Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat, di vê roja watedar de ku bingehê rojnamegeriya Kurdî hatiye avêtin, 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû hevkarên xwe yên di vî warî de kedê didin pîroz dikin.
Em ji hemû rojnamegerên ku li gor prensîbên pîşeya rojnamegeriyê dixebitin, bi hêza nûçeyan bawer in û ji bo ku raya giştî bigihêje agahiyên rast dixebitin re serkeftinê dixwazin.
Em hêvî dikin ku salên bê de azadiya çapemeniyê, weşana pirzimanî û hevgirtina pîşeyî xurtir bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse