Li Rojava hejarî zêde dibe

23-02-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li Rojava hejarî zêde dibe
Li Rojava hejarî zêde dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hejarî Dolar Kirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û nirxê lîreya Sûriyê li hemberî Dolarê Amerîkê bê qîmet dibe

Her ku diçe nirxê lîreya Sûriyê li hemberî Dolarê Amerîkî dikeve, niha dolarekî Amerîkî bi 3 hezar û 500 lîreyê Sûriyê ye.

Xanimeke Kurd ku kebanî ye û di xaniyekî kevin dijî û nikare kirêya wî bide, dahata wê ya mehane 14 dolar in, ji Rûdawê re dibêje "sewşa me sifir e".

Li nav bazarên Rojava xelk ji hejariyê nikarin tiştek bikirin, pereyên di bêrîka wan de têra tiştekî nake.

Rêjeya hejariyê zêdetir bû ye. Rêveberiya Xweser jî nikare bazarê kontrol bike, ji ber ku madeyên xwarinê û kelûpel bi dolar derbasî nav bazaran dibin.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser biryar da kirêya xaniyan ji150 hezar lîreyên Sûrî zêde nîbe û her kesek vê biryarê binpê bike, wê were cezakirin.

Encûmena Cîbicîkar a Cizîrê kirêya xaniyan kêm kir û bihabûna kirê di navbera 10-150 hezar lîreyan de hate destnîşankirin. Her kesek xanî bi kirê bide divê serî li komînê bide

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst