MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin

22-11-2024
Bextyar Qadir û Îbrahîm Ednan / Wêne: Rûdaw Grafîk
Bextyar Qadir û Îbrahîm Ednan / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şerê Ukraynayê Vladimir Putin Joe Biden Volodimir Zelenskiy Vladimir Yevseyev Aleksey Çepa Tîma Rûdawê Desteserkirin Mexmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li Mexmûrê hat desteserkirin.

Nûçegihan Bextyar Qadir û Wênegir Îbrahîm Ednan li xala kontrolê ya Mexmûrê ji aliyê polîsên Îraqê ve hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku polîsan kamera û mîkrofon ji wan standine û gotiye ku dê wan bişînin Mûsilê.

Îro sibehê li xala xala kontrolê ya Mexmûrê, ji bo hemwelatiyên astengî hatibûn duristkirin û rê nedihat dayîn ku xelk çûn û hatinê bike.

Nûçegihanê Rûdawê li nêzîkî xala kontrolê li ser rewşa xelkê weşan dikir.

Nûçegihanê Rûdawê li nêzîkî xala kontrolê bi welatiyên ku dixwestin biçin Mexmûrê re hevdîtin dikir.

Hêzên artêşa Îraqê rê nedidan welatî di navbera Hewlêr û Mexmûrê de çûnûhatinê bikin.

Welatiyekî ji Rûdawê re diyar kir ku doh ji me re hat gotin ku çûn û hatin dê sibê asayî bibe.

Ew dixwaze here ser zeviyên xwe lê hêzên ewlehiya Îraqê destûrê nadin wî.

Welatiyekî din ê bavê wî li nexweşxaneyê ku dixwaze here dîtina bavê xwe jî wiha got:

"Bavê min li nexweşxaneyê ye. Min belgeya nexweşxaneyê nîşanî wan da lê hêzên ewlehiyê razî nabin. “

Hevwelatî dixwazin qeymeqamê Mexmûrê bi hawara wan de biçe û wê pirsgirêkê çareser bike.

Piştî  ku Rûdaw çû cihê bûyerê û dest bi nûçegihanê Rûdawê zanyarî veguhastin çûn û hatin hat asayîkirin û rê hat dayîn ku hin welatî çûn û hatinê bikin.

Saet 11:00an hêzeke ewlehiya Îraqê nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir û kameraman Îbrahîm Ednan desteser kir û heta niha jî nehatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst